HATAY - Piştî ku Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê ya CHP'ê bi hinceta ku "qirêjiya dîmen derdixe holê" tabelayên erebî qedexe kir welatiyên bajar hem jî esnafên sûriyeyê aciz in. Ji esnafên bajar Huseyîn Yalniz diyar kir ku qedexe tê wateya êrîşa li dijî zimanê gel.
Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê ya CHP'ê bi hinceta ku "qirêjiya dîmen derdixe holê" tabelayên erebî li bajar qedexe kir. Li navçeya Antakya ya Hatayê tabelayên erebî yên li cadeya Kurtuluş, taxa Hal, derûdorê otogarê, taxa Narlicayê û navenda bajar tabelayên erebî tên derxistin. Hate gotin ku esnafên ku qedexeyê qebûl nekin dê 600 TL ceza dê li wan bê birîn. Esnafên bajar ên ku li hemberî vî pêkanînê nerazîbûn nîşandan diyar kirin ku erebî zimanê wan ê dayikê ye sed sal in bi zimanê xwe ve bazirganiyê dikin û navê dikanên wan jî bi erebî ye. Esnafên bajar anîn ziman ku bi salan e pirsgirêkekî bi vî rengî tuneye û gotina bi "ma çi bû ku niha qirêjiya dîmen derdixe holê" tabelayên erebî tên qedexekirin.
'QEDEXE PIR BÊWATE YE'
Esnafê sûriyyê Ahmet Hemî yê diyar kir piştî şerê li Sûriyeyê mecbûr maye ji Îdlîbê bê Hatayê, 3 sal in li Hatayê esnafiyê dike û ji ber tabelayên erebî heta niha tu pirsgirêk derneketiye holê heta gelek mirov ji bo vê kêfxweş in. Hemî destnîşan kir ku qedexe bêwate ye û wiha berdewam kir: "Li vir hemû kes bi erebî diaxivin û ji ber vê yekê jî me bi rehetî hevdu fêm kir, zehmetî nekişand." Hemî got ku tişta di bin qedexeyê de qirêjiya dîmen nîne û wiha axivî: "Di bin vî qedexeyê de dijminatiya li dijî sûriyeyiyan heyî. Ev dijminatî ji aliyê şaredarî û amîrên milkî ve tê kirin û tê gurkirin." Hemî diyar kir ku mecbûr maye tabelaya dikana xwe dayne û gotina "hêza me ya ku li hemberî vê derkevin tuneye" bi kar anî.
'PÊKANÎN DÊ CUDATIYÊ ZÊDE BIKE'
Esnafê bi navê Muhemmed El Yasîn ê li ser cadeya Kurtuluşê dikana wî heye jî anî ziman ku ewil hatiye gotin ji ber "qirêjiya dîmen" tê xwestin tabela bên daxistin, piştre jî bi hinceta "ewlehiyê" hatiye xwestin ku tabelay^n erebî bên daxistin. Yasîn destnîşan kir ku pêkanîn şaşe û ev pêkanîn dê di navbera gelê bajar û sûriyeyiyan de cudatiyê zêde bike.
'5 SAL IN PIRSGIRÊK TUNEBû NIHA ÇI BÛ?'
Esnafê bi navê Ahmet El Eyo yê li otogarê dikana wî heye jî diyar kir ku ew fêm nakin qedexeyekî wisa çima hatiye danîn. Eyo da zanîn ku beriya 5 salan ji Helebê mecbûr maye bê û roja ji Sûriyeyê hatine heta niha zehmetî kişandine. Eyo anî ziman ku li cihê ku dijîn piranî welatiyên Sûriyeyê hene û wiha berdewam kir: "Li vir kesek bi tirkî naxivin, naxwînin. Em piranî bi erebî dinivîsînin û dixwînin. Ji bo ku em karê xwe rehet bikin bi zimanê xwe yê dayikê dest bi bazirganiyê kir. Lê 5 sal in pirsgirêk tunebû jî çi bû biryara qedexekirina tabelayên erebî hat dayîh. Biryarekî bê wate ye."
'PÊKANÎN PARÇEYEKÎ ASÎMÎLASYONÊ YE'
Ji esnafên Hatayê Huseyîn Yalniz jî diyar kir ku birya Şaredariya Bajarê Mezin a bi vî rengî bêwate ye. Yalniz da zanîn ku tabelayên erebî bi hinceta "qirêjiya dîmen" hatine rakirin lê li bajar bi zimanên din tabela hene, dest nadin wan, pirsgirêk ne pirsgirêka "qirêjiya dîmen e", pêkanîn parçeyekî asîmîlasyona li ser zimanê erebî ye. Yalniz destnîşan kir ku nîvî zêdetir nufusa Hatayê bi erebî diaxivin, qedexe tê wateya êrîşa li dijî zimanê gelekî.
Yalniz got ku li bajar gelek esnaf jî piştgiriyê didin vî birayara qedexeyê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatiye girtin û wiha axivî: "Her hal merhaleya ku polîtîkaya asîmîlasyonê gihiştiye ev e. Zimanê imrovan tê qedexekirin lê ew li ser hestên netewperestiya tirk ji bo ve kêfxweş dibin. Asîmîlasyona herî xetere ev e. Divê ev pêkanîn di demeke kin de bê bidawîkirin."
ŞAREDARÎ: EM NIAKRIN AGAHIYEKÎ DIN BIDIN
Rayedarên şaredariyê yên ku têkîldarî mijarê me xwe bi telefonê gihand jî diyar kirin ku talebayên erebî ji ber ku "qirêjiya dîmen" derdixin holê hatine qedexekirin û jibilî vê yekê nikarin agahiyekî din bidin.