Berdevka Piştevaniya Taksîmê Yapici: Geziyê îtiraz xurt kir

STENBOL - Berdevka Piştevaniya Taksîmê Mucella Yapici diyar kir ku berxwedana Geziyê îtiraz xurt kiriye û wiha axivî: "Di 31'ê Gulanê de em dixwazin li Taksîmê, li parka xwe bin. Ev tiştekî xwezayî ye. Hê jî qad azad nebûye. Em ê bi malbatên xwe ve, bi tîşortên xwe ve li wir bên cem hev û biçin parka xwe."

Berxwedana Geziyê ku di çarçoveya projeya Taksîmê û Projeya Qişleyê de darên li Parka Geziyê hatin birîn destpê kir dikeve sala xwe ya 5’emîn. Li dijî projeya AKP’ê ya vegerandina Taksîmê, Odeya Endezyaran a Stenbolê, DÎSK, KESK, Odeya Tabîban a Stenbolê, TKp, ODP, BDP, Platforma Taksîmê û gelek komeleyên din Piştevaniya Taksîmê ava kirin. Piştre bi deklarasyonê hebûna xwe îlan kir. Berdevka Piştevaniya Taksîmê Mucella Yapici di sala 5’emîn a berxwedanê de berxwedana Geziyê nirxand.

‘PEYWIRA DEWLETÊ GEL KIR’

Yapici, tiştên di dema berxwedana Geziyê de hatin jiyîn bi bîrxist û wiha got: “Şîdeta ewqas hat meşandin êdî bû sedema ku hemû kes bi yek dengî îtîraz bikin û dengê xwe bilind bikin. Ligel ku em mafdar bûn jî bi înat û bi şîdestê bi ser me de hatin. Em di halê parastina qada jiyanê de bûn. Parastiyan qadên cemawerî peywira desletê ye; lê gel ev peywir bi cih anî. Di rastiyê de tişta diviyabû dewlet bike me dikir. Parastina qadekî cemawerî peywira şaredarî û îdarê ye. Lê gel vê dikir. Ji ber bi înat û şîdet li ser kesên ku vê peywirê pêktînin de çû û li dijî vê berxwedanek hat destpêkirin, wekî ku li cîhanê jî veda berxwedana Geziyê bû îtîraza herî mezin a li dijî şîdetê. Halê êdî bese derket holê.”

‘ÎKTÎDARA KU TÊ HEWL DIDE FERASETA XWE AVA BIKE’

Yapici, bal kişand ser israra Erdogan a nokteya Qişleya Topavêtinê û wiha pêde çû: “Ger hûn civakek nû, civakek ku bi çanda bîatê bi we ve girêdayî be dixwazin ava bikin, wekî îktîdar hûnê cihên xwe yên sembol ava bikin. Em gelek di ferqê de nînin; lê qad cihekî polîtîke. Her îktîdara ku tê dixwaze li bajaran sembole xwe ava bikin. Qada Taksîmê qadeke ku Rum, Ermenî û hemê kêmanên din bi hevre dijîne, derdekî wî yê wiha heye. Wekî sembola olî jî her tim ji sala 1980’an ve îhtîma li Taksîmê avakirina mizgeftekê hebû. Bicihkirina sembolê polîtîke. Meseleya li Taksîmê wihaye.”

‘TU CARAN HALÊ SERKETINÊ AVA NAKE’

Yapici, da zanîn ku AKP 4 sale dixwaze ji berxwedana Geziyê “terorê” derxîne û wiha domand: “Ji tevgera Geziyê ew jî dernakeve. Wê demê halê binkefitinê hebû. Ji ber ger ku bi gelê xwe re têbikoşî, tu guh nedî giliyên gel tu dê wir bînî halê qada înadê. Ger înat bike dike lê halê ku têkoşîna Geziyê bi dest bixe an jî bin bixe nade. Ji ber bûyereke civakî carekdin venagere û nayê jiyîn û nikarî bin bixî. Gezî hat jiyîn, bandorên wê yên erênî hêjî li ser civakê berdewam dike. Divê demildest ji hesabên li ser qada Taksîmê bê berdan û vegere fonksiyona xwe ya berê.”

‘BI DEHAN CARAN BIRYARA SEKINANDINA RÊVEBIRINÊ HAT DAYÎN’

Yapici, anî ziman ku Parka Geziyê ji bo Stenbolê xwedî cihekî girînge û wiha got: “Di aliyê erdhejê de jî girînge, di aliyê kombûn û belavbûnê de û ji be gelek cihênd wê yên derketine hene qadekî rihete. Gezî tevgereke îtîrazê ya awarte ye û tevgereke aştîxwaz rastî şîdetek ev qas giran hat. Di 31’ê Gulanê de em dixwazin li Taksîmê li parka xwe bin. Tiştekî xwezayî ye. Hêjî qad azad ne bûye. Vê carê jî em ê bi malbatên xwe û bi tîşortên li ser me li wir bên cem hev û em ê biçin parka xwe.”