Rojnameger Arpaç bi derbkirinê hat binçavkirin

MÊRSÎN - Belavkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasîyê Haci Arpaç ji aliyê polîsan ve hate derbkirin û binçavkirin.

Belavkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Haci Arpaç ê li taxa Demîştaşê ya navçeya Toroslara Mêrsînê rûdinê êvarê ji alilê polîsanv e hat derbkirin û binçavkirin. Hate hînbûn ku Arpaç dema diçû mala xwe ji aliyê polîsan ve hatiye rawestandin û bi gotina "Ma me ji te re negotibû li var deran negere" hatiye derbkirin. Arpaç birin Midûriyeta Polîsan a Bajar.

Arpaç di 10'ê mijdara 2016'an de dema diçû mala xwe ji aliyê polîsan ve hatibû derbkirin û binçavkirin, piştî 14 roan bi şerta kontrola edlî hatibû berdan.

Hate hînbûn ku Arpaç beriya demeke ji dilê xwe anjiyo bûye.