NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên girtiyên ku sewqî Girtîgeha Xerpêtê bûne, diyar kirin ku 50 girtiyên di 18'ê Gulanê de ji Amedê sewqî Xerpêtê hatin kirin rastî îşkenceyê tên û 50 girtî di hucreyên yek kesî de tên girtin.
Zext û pêkûtiyên li girtîgehan her ku diçin zêdetir dibin. Yek ji girtîgehên ku herî zêde zext û îşkence lê zêdeye jî Girtîgeha Xarpetê ye. 50 girtiyên PKK’î yên ku di 18’ê gulanê de ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê ji bo cih ji gitiyên hizbûlayî re çêkin, sewqî Girtîgeha Tîpa T a hejmar 2 a Xarpetê hat kirin rastî tundî û îşkenceyê tên. 50 girtiyên siyasî ji roja ku sewqî Xarpêtê hatine kirin heta niha di hucreya yek kesî te tên girtin û rastî îşkenceya kargeriya girtîgehê tên. Malbatên çûn bi zarokên xwe re hevdîtin kirin pêkanînên li dijî girtiyan bi Rojnameya Rojeva Medya re parvekirin. Malbatan anîn ziman ku rewşa zarokên wan gelekî xirab e. Malbata girtî Mesut Yaşasin ê ji Amedê sewqî Xerpêtê bû anî ziman ku zext û tunduya li wan tê kirin zêde bûye. Dayika Yaşasin, Zubeyde Yaşasin a ku bi kurê xwe re hevdîtin kir tundî û îşkenceya li zarokên wan tê kirin, diyar kir ku zarokên wan ji roja mişextî Girtîgeha Xarpetê hatine kirin heta niha di hucreya yek kesî de tên girtin û wiha axivî: “Hemû girtiyên ji Amedê sirgûnî Xarpetê bûne bi awayekî kêyfî di hucreya yek kesî de ji aliyê îdareya girtîgehê ve tên girtin. Tevli girtiyên edlî derdixin hevdîtinê. Zarokê me digot ‘Li pêşberî hucreyên me DAIŞ’î hene û her tim tekbîran diavêjin’ewlehiya canê zarokên me tune. Zarokên me rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî tên. Tu daxwazên wan bi cih naynin. Pirtûkan nadin wan, rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya bi hinceta “qedexene” nadin wan. Ji kantînê tiştekî nadin wan. Wan nadin nav hevalên wan dibêjin ‘li kowişan cih tune ye’. Lê ev nerast e. armanca wan îşkenceyê li zarokên me bikin.”
Yaşasin destnîşan kir ku li ser nerazîbûnên wan ên li hemberî vê rewşê, kargeriya girtîgehê ji wan re gotiye ‘hûn dixwazin herin dozgeriyê gilî bikin’û wan qewirandiye. Yaşasin got ku dê bi biçin ÎHD’ê îşkenceya li zarokên wan tên kirin vebêjin û piştre jî serlêdana sûç bikin.
Têkildarî mijarê rêveberiya girtîgerê diyar kir ku ji ber "ewlehiyê" ev pêkanîn tên meşandin.