DAÎŞ'ê li pişt xwe gorên komî hişt

REQQA – QSD'ê piştî komên DAIŞ'ê ji tebqayê paqij kir, derket holê ku komên DAÎŞ'ê gelek welatiyên sivîl kuştine û di gorên komî de veşartine. Hat dîtin ku endamên DAÎŞ'ê cenaze avêtine qadên sergo û li ser wan bi gokê lîstine.

Piştî ku bajarê Tebqayê di 10'ê Gulanê de ji destê DAÎŞ'ê hat rizgarkirin, pêkanîn û hovîtiya DAIŞ'ê derdikeve holê. Şahidên bûyerê ku ji Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Dilsoz Dildar re axivîn rastiya DAÎŞ'ê vegotin. Şahidan diyar kirin ku endamên DAÎŞ'ê mirovên sivîl kuştine û di gorên komî de veşartine. Li qada sergo ya 4 km li rojhilatê bajarê Tebqayê ye, goreke komî ya welatiyên ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatine kuştin derket holê. Şahidên bûyerê, çavdêriyên xwe parve kirin. Welatiyekî ku ji ber ewlehiyê navê xwe negotin, anîn ziman ku DAÎŞ'ê bi sedan welatiyên sivîl ên bi rêbazên bidarvekirin û serjêkirinê kuştine û li vê herêmê defin kirine û wiha got: ¨Dema ku çeteyên DAIŞ'ê bajarê Tebqayê dagir kirin, bi sedan sivîl kuştin. Laşên welatiyên ku serê wan jêdikirin defin dikin û seriyên wan li gel xwe dihiştin. Welatî da zanîn ku piştî çeteyên DAIŞ'ê balafirgeha leşkerî ya Tebqayê desteser kirin, bi sedan leşkerên rêjîma Baas dîl girtin û wiha domand: ¨Rojekê çeteyan 270 cenaze bê serî anîn herêmê. Çeteyan cenaze li pişt erebeyan girêdan û li kolanên bajêr gerandin. Piştre jî li pêşiya welatiyan bi seriyên wan fotbol dilîstin. Piştre ew bi erebeyeke gemarê danîn vî cihî û defin dikirin.¨ Welatî destnîşan kir ku piştî çeteyan balafirgeh desteser kirin, malbatên leşkerên rêjîmê hatin û li zarokên xwe geriyan û wiha got: ¨Çeteyan malbatên leşkeran ji herêmê dûr xistin û ew wekî Nesîrî bi nav kirin.¨ Welatî anî ziman ku DAÎŞ'ê rojekê jî cenazeyên 13 welatiyên ji gundê Sefsafa yên ew serjêkiribûn, li heman cihî defin kirin.