AMED - Waliyê Amedê li 59 gundên Lîcê, Hênê û Karazê derketina derve li welatiyan qedexe kir.
Waliyê Amedê li 59 gundên girêdayî navçeyên Lîcê, Hênê û Karazê derketina derve li welatiyan qedexe kir. Walîtiyê beriya operasyonên leşkerî li çoltarên navbera navçeyên Lîce, Hênê Pîran û Karazê bide destpêkirin ketin û derketina derve ya gundan li welatiyan qedexe kir. Walîtiye diyar kir ku ji saet 18.00'ê 28'ê Gulanê û şûnde heta fermana duyemîn derketina derve hatiye qedexekirin.