NAVENDA NÛÇEYAN - Serdar O.K. diyar kir ku beriya darbeya 15'ê Tîrmehê çûye MÎT'ê û agahî daye. O.K.got "Min got gotine 'dibe xwîn pir birije' ev ne faliyetek nêta baş e. Min got 'Dibe ku darbe pêk bê'"
Girtekên hevdîtinên Serdarê li Fermandariya Hawa û Bejayî O.K. derket holê. Di girteka ku navê Serdozgerê Komarê yê Enqereyê yê demê Harun Kodalak, Wekilê Serdozger Necip Cem Îşçimen û katibekî jî heye, nav û şaneya serdarê pîlot jî di girtekê de cih girt. Di girteka 11'ê Tebaxa 2016'an de nav û îmzeya serbaz nehat girtin. "Di girtekê de hat diyarkirin ku kesê hevdîtin pêre hatiye kirin pêdivî tune ku navê wî bê aşkerekirin. Girtek ji aliyê kesê amade ve hatiye girtin.
'EM ÇÛN CEM GULEN'
Li gorî nûçeya Hurriyetê, Serdar O.K. diyar kir ji Konyayê ye, li wir dibistana seretayî xwendiye û li leyliya Fetullahiyan maye. O.K. anî ziman ku bi riya "abî" yan bi Cemaeta Fethullah re ketiye diyalogê û navê kesên ku bi wan re ketiye diyalogê aşkere kir. O.K., wiha got: "Di sala 1996'an de min zanîngeh xelas kir û em li Stenbolê birin cem Fethullah Gulen. Em koma mezun bûne bi hevre li Dersxaneyên FEM'ê yên Stenbolê çûn cem wî. Navê min ê di nava rêxistinê de Tarik e. Heta 11'ê Tîrmehê ez û malbata xwe li Akçayê li betlanê bûn. Di 13'ê Tîrmehê de Fermandarê Taburê Serdar Deniz Aldemir li min geriya û xwest ez roja înê li ser peywirê bim. Ez di maşîna Deniz Aldemir debûm. Fot 'Telefonê bigire' Dengê radyo bilind kir. Got 'îşev xebatên me hene. Ez dê bi Helîkoptera Coogerê (MİT Müsteşarı) Hakan Fidan bigirim cem xwe. Tu jî dê bi Murat Bolat re bifire. Dê pir xwîn biherike.' Min fam kir ku dê di elehê welat de tiştek çê bibe. MİT hat hişê min. Saet di 13.55'an de ez ji nîzamê derketim û min peyam ji Serdar Deniz re şand. Min got 'Ez nikarim bifirim' Bi taksiyê saet di 14.20'an de ez gihiştim MİT'ê. Min ji peywirdarê derî re got ‘Ez hatim agahiyên kesên paralel ên di nava TSK'ê de bidim MİT'ê. Saet di 15.00'an de 2 kes hatin. Min tiştê heyî ji wan re got. Ketin nava fikaran. Ji min re gotin dê çi bibin. Min jî got dibe xebatek mezin be. Dibe ku xebata darbeyê be. Gotin 'Çima dixwazin Hakan Fidan bigirin cem xwe' Min jî got 'gotin dê pir xwîn birije. Min got 'Dibe ku darbe bibe' Têkiliya min a bi MÎT'ê re wisa çêbû. Roja din ji MİT'ê li min geriyan û gotin 'Ji bo ewlehiyê em çend rojan te bikin mêvan. Nîv saet şûnde hatin ez birim.