Tirkiye li başûrê Efrînê qereqolan çêdike!

HATAY - Hat zanîn ku Tirkiyeyê yekîneyên leşkerî û 50 wesayîtên zirxî yên ku di 19'ê Cotmehê de şandine Îdlîbê paşde venekişandine û tê gotin ku Tirkiyê bi van yekînêyên xwe yên şandî li başûrê Efrînê qereqolek ava kiriye.

Tirkiyeyê konvoyek ji 50 wesayîtan pêk tê ku di nava wan de 2 buldozer, tank û wesayîtên zirxî hene û 100 leşker ji Qereqola Ogolpinar a sînor ya li navçeya Reyhanliya Hatayê şandine bajarê Îdlîbê yê Sûriyeyê. Ev konvoy derbasî gundên Extarîn û Eqrabat ên Îblîdê ku di bin kontrola El Nusra, Ahrar El Şam, Tugayên Nureddîn Zengî û bi dehan grubên selefî de ye bûn. Piştî konvoya leşker û wesayîtan gihiştin Eqrabatê, êrîşî Kantona Efrînê ya di bin sîwana Federasyona Rojava û Bakurê Sûriyeyê de ye kir û êrîş bi rojan berdewam kir.

Yekineya leşkerî ya girêdayî Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê dema derbasî Îdlîbê bûn, êrîşên li ser Efrînê ketin rojavê û konvoya ku ji leşker û 50 wesayîtan pêk tê ji gundên Extarîn û Eqrabat venegeriyan. Têzanîn ku Tirkiyeyê blokên betonan şandine herêmê û tê gotin ku dê Tirkiye êrîşên xwe yên li ser Efrînê carek din bide destpêkirin. Hat îdîakirin ku Tirkiyeyê li Eqrabatê dest bi çêkirina qereqolê kiriye û ji bo çêkirina qereqolê jî blokên beton şandine herêmê. Hat ragihandin ku ewlehiya çêkirina qereqolê ji aliyê yekîneyên Tirkiyê û hêzên girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad ve tê girtin. Hat diyarkirin ku sewqiyata çekan a li ser Kampa Atmê ji bo herêmê tê kirin jî didome.

TEVGERA TIR Û KAMYONAN DIDOME

Hat diyarkirin ku Tirkiye ji bo leşkerên xwe yên Îdlîbê konteynirên prefabrîk şandine herêmê. çavkaniyên herêmê dan zanîn ku konteyner şandine tesîsên MÎT'ê yên ku li rex Stadyuma Reyhanliyê ya li ser riya Reyhanli-Kirikhanê.

Çavkaniyan diyar kirin ku ketin û derketina tir û kamyonên ku dikevin Tesîsên Tewizan ên Zîraî yên ji bo MÎT'ê hatine valekirin zêde bûye. Çavkaniyan destnîşan kirin ku ev kamyon û tir ber bi gundê Bukulmez ve tên şandin.