STENBOL - Belavkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya, di bin dapêç û dorpêça zabitayan de belavkariyê dikin. Belavkarê rojnameyan Hasan Ceyhan, diyar kir ku zabite wî rehet bernadin û asteng dikin.
Belavkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya li Stenbolê dema rojnameyan belav dikin ji aliyê zabiteyan ve tên astengkirin. Xebatkarên Navenda Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bi cezayan tên astengkirin. Li kolanan jî xebatkar û belavkarên rojnameyê ji aliyê zabiteyan ve tên astengkirin. Belavkarê Rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya Hasan Ceyhan ê li bazara semta Fatîhê ya navçeya Bagcilarê belavkariyê dike rastî astengî û êrîşa zabitayan hat û bi alîkariya esnafan ji destê zabiteyan hat xelaskirin. Ceyhan, diyar kir ku di demên dawî de zextên zabitayan ên li dijî wan zêde bûne û herî dawî bi alîkariya esnafan ji destê zabiteyan hat xelaskirin. Ceyhan, herî dawî hefteya borî dema bi bazarê belavkarî dikir rastî êrîşa zabiteyan hat. Ceyhan, anî ziman ku bêyî ku erk û rayeya zabiteyan hebe hewl dide ku rojnameyan kom bike û wiha got: "Bêyî erk û rayeya zabiteyan heye xwestin rojnameyên me kom bikin. Zabitayan em ji nava bazarê derxistin û hewl dan li me bidin. Li ser bertek û nerazîbûna esnafên bazarê em ji destê zabiteyan rizgar bûn. Hem destûr nadin ku em rojnameyan belav bikin, hem jî gefan li esnaf û aboneyan dixwin ku rojnameyan ji me negirin. Tevî hemû êrîş û astengiyên zabiteyan em bi sersarî nêzîk dibin. Naxwazin ku civak bigêje agahiyan. Ji ber ku ez rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya belav dikim têm asteng kirin. Li dijî me polîtika û helwesta taybet tê meşandin. Lê astengî û zext çi dibin bila bibin em dê karê belavkariyê berdewam bikin û em dê hewl bidin ku rastiyan bigînin aboneyên xwe û civakê. "
'KOMA ZABITAYAN BI KEYFÎ BELAVKIRINA ROJNAMEYAN ASTENG DIKIN'
Esnafê bazarê Bahattin Bîngol jî ani ziman ku dema Ceyhan wekî her car rojname belav dikir komek zabiteyan ji nişka ve hatin û xwestin Ceyhan asteng bikin û wiha got: "Koma zabitayan hatin û gotin 'Hûn nikarin rojnameyan belav bikin. Em bixwazin hûn dê bifiroşin, em nexwazin hûn nikarin bifiroşin' û xwestin Ceyhan asteng bikin. Me jî got tu erk û rayeya we ya astengkirin^tune ye. Armanca zabiteyan ewe ku Rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya neyê firotin. Helwesta zabiteyan siyasî ye.
'JI BO ASTENG BIKIN ESNAFAN DIKIN HINCET'
Berpirsê bazarê Mesut Coşkun jî anî ziman ku wî dît zabiteyan Ceyhan xistin nava xwe û birin û wiha got: "Min ji zabitayan re got 'Ev rojnameyek fermî ye. Bi zorê nafiroşin. Tenê didin aboneyan û yên dixwazin dide wan. Lê zabiteyan jî got 'Li ser giliyê esnafan Ceyhan asteng dikin' Lê min got tiştekî wisa tune ye. Ger ku hewce be em dê bi esnafan re bi axivin. Ez bi esnafan re axivîm tiştekî wisa tune bû. Esnafan dikin bahane û belavkariya rojnameyê asetegn dikin.