'Veguhertina bajar ji bo rantê ye'

BURSA- Sekretera Konseya Bajar a Nulifer a Bûrsayê Fatma Elvan Atay, diyar kir ku tevî biryara dadgehê û betalkirina rûhsatê jî dîsa di bin navê "Veguheztina bajar" de li dijî zagon û hiqûqê avahî tên avakirin û ev guhertin li ser rantê tê kirin. Atay, anî ziman ku ew wateyê nadin van projeyan û di nava mirovan de dîwar tên lêkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Bûrsayê li Ataevler a Nulîferê ya Bûrsayê di bin navê "Veguheztina Bajar de li dijî zagon û hiqûqê avahî tên avakirin. Tevî ku zagon û hiqûq destûr nadin vê yekê û rûhsatên wan hatin belatlirin jî dîsa projeyên avahiyan tixin meriyetê. Meclîsa Şaredariyê di civîna asayî ya sala 2014'an de biryar girtibû ku heta "0.50'an zêdekirina minak pêk bê. Li ser vê biryarê 3'emîn Dadgeha Îdarî ya Bûrsayê biryar betal kiribû û destûr nedabû projeyên "Veguheztina bajar" Têkildarî mijarê Sekretera Konseya Bajar a Nulifer Fatma Elvan Atay, diyar kir ku tevî biryara dadgehê û betalkirina rûhsatê jî dîsa di bin navê "Veguheztina bajar" de li dijî zagon û hiqûqê avahî tên avakirin û ev guhertin li ser rantê tê kirin. Atay, diyar kir ku li Tirkiye nifûs ji sedî 77 li bajaran dijîn û wiha got: "Divê polîtika û rêveberiya bajaran ji nûve di ber çavan re bê derbaskirin. Me modela rêveberiya tevlêbûnê esas girtiye. Divê em li gorî vê modelê projeyan ava bikin û têxin meriyetê. Êdî bajar pir tije bûne. Jiyana bajaran zahmet e. Di milê aborî, ekolojik û dîrokî de êdî jiyan zahmet e. Ji ber vê yekê em pir ji veguhestina bajaran hez nakin. Divê aqilê hevpar derkeve pêş Di van projeyan de ne vîna taxê û ne jî rêgezên zanistiyê heye. Der barê vê mijarê de zagon hene. Lê ev zagon li ber çavan naye girtin. Ne vîna taxê ne zagon û ne jî zanist li ber çavan tê girtin. Pirsgirêka bingehîn a Bûrsayê 'Zêdebûna emsalî ya 0.50' ye. Ev biryar ji bo Bûrsayê bûye pirsirêk. Tevî ku dadgehê ev biryar betal kiriye jî dîsa dixin meriyetê. Em li dijî vê yekê ne. "

'QADA KU LÊ NAYÊ JIYÎN AVA DIKIN'

Elvan Atay, anî ziman ku ger qadên bi rîsk hebin divê li gorî wan projeyên zanistî bên avakirin û wiha got: "Lê ev proje li dijî rastiya zanistiyê û pêdiviyên civakê ne. Ev proje ne ji bo veguhertina bajarin. li ser rantê pêş dikevin. Avahiyên 7 qat li ser navê 'Veguheztina bajar" derdixin 14 qatan. Ev li dijî pêdiviyên civakê ne. Zarokê li qadê 14'an bijî dê çawa pêdiviyên xwe yên zarokantiyê pêk bîne. Çawa bigere çawa bilîze. Her tişt li ser rantê pêş dikeve. Em xwe dixin nava talûkeyê. Ev guhertin li ser rantê pêş dikeve. Pisîk û kuçikan bajar terk kir. Gelo dê zarok jî bajar terk bikin. Ev zarok dê li ku bilîzin û li ku bêhna xwe berdin. Em vê yekê wisa naxwazin. Em li dijî van projeyan in. Ev guheritn li ser rantê pêş dikevin."

Li şûna xaniyên kevn yên nû xera dikin

Elvan Atay, anî ziman ku ruh û mîmariyek giştî ya Ataevler heye û wiha lê zêde kir: "Vir cihê ku avahiyên 5 qat lê hatiye pilankirin. Bingeha vê yekê ya zanistî heye. Projeya Şaredariya Nuliferê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve nehat qebûlkirin. Xaniyên Ataevler herî zêde 25 salî ne. Li Bûrsayê avahiyên qaçak hene. Li şûna wan nû bike tên van avahiyên nû xera dikin û dixwazin li ser wan avahiyên 10 qat ava bikin. Ev proje ji bo Niluferê pir xerab e. Dê hemû qadên park û qadên xîzê tune bibin. Bi van dîwarên bên avakirin dê her der bibe mîna hepsê. Dixwazin li şûna park û baxçeyan û li şûna darên mezin avahiyên betonî bilind bikin. Em dixwazin li vir çanda taxê pêş bixin. Lê şaredarî li dijî vê yekê dixwaze her derê bike mîna hepsê.
Ji xwe hemû çoltar belav kirin. Qadên çandiniyê tune kirin. Her kes hatin bajaran. Divê em ji bo bajaran polîtîkayên nû û rêveberiyên nû bibînin. En wisa be jiyan li bajaran nabe.

RUHSATÊ BETAL DIKIN DÊ LÎSA AVAHÎ TÊN AVAKIRIN

Elvan Atay, destnîşan kir ku tevî ruhsat hatine betalkirin jî disa avahî tên avakirin û wiha got: "Di destpêkê de gelek kes erênî li vê projeyê dinerin. Lê piştî em rastiya wê ya pişt perdê dibêjin gelek kes îkna dibin. Tevî ku dadgehê ruhsat betal kirine jî dîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê dikeve nava kar û bi awayekî avahî tên avakirin.