ENQERE - Welatiyê DYA'yê Seyit Riza Dersimî yê li DYA'yê rastî êrîşa parazvanên Serokomar Erdogan hat, diyar kir ku Erdogan bi xwe fermana êrîşê da û piştre êrîş pêk hat. Got "Hûn kurd biçin ku em dê cîhanê li we bikin dojeh."
Dema Serokomar Tayyip Erdogan çû DYA û bi Serokê DYA'yê Donald Trump re hevdîtin kir, parazvanên Erdogan li pêş Sefareta Serdar Kiliç a Washingtonê êrîşî çalakgeran kirin. Farazvanên Erdogan li pêş sefaretxaneya DYA'yê êrîşî koma ku xwestin Erdogan şermezar bikin kirin. Erdogan di sala 2016'an de jî dema beşdarî Zîrveya Ewlehiya Nukleerê bûbû dîsa parazvanên Erdogan li pêş Enstîtuya Brookingsê êrîşî rojnamegeran kiribû.
Êrîşên parazvanên Erdogan di cemaweriya cîhanê de jî bû mijara niqayan. Bertekên li dijî êrîşa parazvanên erdogan li her derê zêde bû. Yek ji kesên li DYA'yê rastî êrîşa parazvanê Erdogan hat welatiyê DYA'Yê Seyid Riza Dersimi (61) bû. Dersimî ji dîhaberê re axivî.
'XWEST DYA JÎ BIKE ŞIRÎKÊ ZILMA XWE'
Dersimî ku xwe wekî parazvanên mafê mirovan bi nav kir diyar kir ku koma ji 15 kesan pêk dihat pankarta li ser "Free Demirtaş" (Ji Demîrtaş re azadî" û ala YPG li ser hebû bilind kirin û meşiyan û wiha got: "Erdogan dîktator, Erdogan faşist, Erdogan zilmkar e. Hemû zor û zilmê dike. Bajarên Kurdistanê ser û bin kirin. Ceazeyê dayika Taybet bi rojan li erdê ma. Destûr nedan pitikan defin bikin. Erdogan gelek zilm kir û zilma wî bi rojan nayê gotin. Li dijî DAİŞ'ê tenê rêxistinek şer dike. Ew jî YPG û Hêzên Sûriyeya Demokratik (QSD) ye. Erdogan tê DYA û dixwaze peymana DYA ya bi kurdan re xera bike. Dixwaze DYA jî bike şirîkê xwe û li dijî YPG'ê sor bike. Me li dijî vê yekê Erdogan şermezar kir. Dibêjin hûn çiqas kurdan bifetisînin ew qas baş e."
'ERDOGAN BI XWE FERMAN DA'
Dersimi bal kişand ser geşdanên ku di çapemeniya tirk de hatin weşandin û wiha got: "Çalakiya me çalakiyek ji bo aştiyê bû. Li hemberî me jî haydûtên (Rêbir) Erdogan hebûn. Bi awayekî hoven ez li erdê dirêj kirim û li serê min dan. Yê ku di dest de megafon heye û li erdê rastî lêdanê tê ez im. Erdogan bi xwe ferman da. Em li hemberî kolanê bûn. Li pêş Sefaretxaneya Tirk Sheridan Circle heye. Em li hemberî kolanê bûn. Tu aloziya me û polîsan tune bû. Çawa em çûn wir parazvanên Erdogan çêr ji mere kirin. Hereqetên qirêj li me kirin. Parazvanen Erdogan her tişt tev li hev kir û sor kirin. Dîmen û belge jî hene. Em ji bo çalakiyê li wir bûn. "
'LI DYA AZADIYA AXAFTINÊ NEYE'
Dersimî destnîşan kir ku li DYA'yê xala sereke azadiya axaftinê ye û wiha got: "Çalakiyame wekî çalakiya bê destûr bi nav dikin. Ji xwe çalakî hewce bi destûrê nake. Hûn hengî li ku bixwazin hûn dikarin çalakiyên aştiyane pêk bînin. Hez dikin li pêş Qesra Spî hez dikin li pêş sefaretxaneya tirk. Kes nikare bibe asteng. Ev mafê me yê sereke ye. Ji xwe gotina "Çalakiya bê destûr" li dijî mantiqê ye. Ger ku li cihekî zêdeyî 100 kesan be divê hûn destûr bigirin. "
KOMA 50 KESAN ÊRÎŞÎ MIN KIRIN'
Dersimî, li ser êrîşê jî rawestiya û wiha got: "Koma 50 kesan êrîşî min kirin. Bi pêhnan li serê min dixistin. Armanca wan kuştina min bû. Di navbera feraseta vana ya qehremaniyê û cîhanê de bi qasî çiya ferq heye. Di êrîşa duyemîn de êrîşî jinek êzîdî kirin. Min hewl da wê biparêzim. Bi serê wê girtin û kulm li serê wê xistin. Piştî xistin erdê pêhn li serê wê lêxistin. Dema min xwest wê biparêzim 4-5 kesan êrîşî min kirin. Dîsa bi hêhnan li serê min xistin. Her derê min di nava xwînê de hiştin. Dirarê min şikandin û ez di nava xwînê de hiştim. Polîsekî hat ez ji nava wan derxistim. Lê dîsa li min didan. Wan kesên li min dan para xwe ji mirovahiyê negirtine.
Bi fermana Erdogan êrîşî êrîşî me dikirin. Digotin 'Em dê cîhanê li we ten bikin. Hûn ji Tirkiye birevin em dê cîhanê li we bikin dojeh. Vana para xwe ji mirovahiyê negirtine."
Dersimî da zanîn ku ew dest ji doza xwe berdin jî dewlet dest ji doza wan bernadin û wiha got "Zagogên Emerîqa hatine binpêkirin. Ez û hevalên din ên rastî êrîşê hatin em dê serlêdana sûc bikin. Em dê li mafê xwe bigerin. Welatiyên Emerîkî ji ber têkiyên Erdogan ên bi DAİŞ'ê re wî wekî "İslamofaşist", "İslami Teror" û "Gestapo" bi nav dikin."
Selami Aslan - Dihaber