WAN - Dêra li gundê Soredêrê ya di sedsalên 7-9’emîn de ji aliyê ermeniyan ve hatiye avakirin tune dibe. Dêra Soredêr ji aliyê gencînegeran ve tê hilweşandin û rûxandin. Welatiyan anîn ziman ku Şaredariya DBP'î plan kiribû ku Dêre restore bike, lê qeyûmê plan betal kir.
Dêra Soredêr a li taxa Yanal (Soredêr) a Elbaka Wanê ya di nevbera sedsalên 7’emîn û 9’emîn ji aliyê Ermeniyan ve ji Azîz Ejmiacin hatiye çêkirin ji aliyê qaçaxci û defînegeran ve hatiye dagirkirin. Dêra hatiye texrîbkiirn, ji ber bêxwedîtiyê her roja diçe hildixweşe. Gundiyan diyar kir ku ji bo dêra navê xwe ji gund digire bê restore kirin dehan caran bang li rayedaran kirine lê her tim bersiva “Ger we mizgeft bi xwestiya me dê yek çêkiriba” girtine.
Ligel dêra ku navê xwe ji gund girtiye, gundiyan tepikên sewalan danîne û hundirê wê jî ji ber rîxa sewalan hatiye halê kesek nikare lê bimîne. Banê dêra ku sewalan ji xwe re kiriye war kotiran malên xwe lê çêkirine. Xwedekarên ku ji dibisatana 10 metre durî dêra ku vegeriyaye xerabeyan ji dersen xwe derdikevin, derdikevin ser dîwarê dêrê û ji talûkeyên ku derdikevin bê agahîne.
‘GER BÊ RESTOREKIRIN DÊ GELEK TURÎST BÊN’
Gundiyê bi navê Ubeyîd Karaboga yê bi salane cîraniya dêrê dike diyar kir ku ji bo dêr bê restorekirin bi dehan caran bang li rayedaran kirine û wiha got: “Ger dêr bê restorekirin ez ê lê binerim. Em dixwazin dêr bê restorekirin. Turîst tên vir û li dêrê digerin, hundirê dêrê gelek qirêje. Ger bê restorekirin dê gelek turîst bên û dê sûdê wê ji me re hebe.”
ŞAREDARIYÊ DÊ ÇÊBIKIRA…
Karaboga, da zanîn ku ji aliyê şaredariya Elbakê ya DBP’ê ve plana restorekirina dêrê hatibû amadekiirn, ji ber vê yekê amûr hatibûn kirîn û wiha pêde çû: “Dêr dê di demek kin de bihata restorekirin. Lê piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin di halê xwe de ma.”
ÇÊKERA BÎNASAZIYA DÊRA DÎROKÎ
Çêkera bînasaziya dêrê wiha ye: “Qubeya navendî, nefela çar pel ber bi aliyê rojhilatê rojava ve dirêj dibe. Dêr bi du kemberên ji du aliyên ve dên hatiye avakirin û bi paresuyê qubeyê hatiye nixamtin. Derve û goşeyên qubeyê çargoşeya giloverin û anîne şêweyê gergerek bilind. Derî bi kembera tûj hatiye çêkirin, ligel Apsîsîn odeyên papayan hene û ji ber vê eniya rojhilat li derve fireh dibe. Di avahiyê de kîreçên sor hatiye bikaranîn û wekî Dêra Sor (Kizil Kilise) tê binavkirin.”