Rojnamegerên şahidiya Geziyê kirine: Ger welatî bi aqlê selîm tevnegeriyana dê duyemîn bûyera 1977’an bihata jiyîn

STENBOL - Rojnameger Gokhan Kazbek, ê ku yek ji aktor, şahid û mexdûrên berxwedana Geziyê ye, diyar kir ku ji ber nûçeyên derbarê Geziyê de çêkirin ji kar hat avêtin, Serdal Işik jî anî ziman ku ew bi guleya plastîk birîndar bûye. Îsmaîl Altan anî ziman ku wî ne dikarî nefes jî bigire wiha got: “Ger welatî bi aqlê selîm tevnegeriyana dê duyemîn bûyera 1977’an bihat jiyîn. Ji hemû aliyan gaz diavêtin cihekî ku em birevîn jî tune bû.”

Berxwedana Geziyê sala xwe ya 4’emîn li paş xwe hişt, di berxwedana li hemû kolanên bajaran belv bû de gelek kes rastî şîdeta polîsan hatin. Rojnamegerên ku aktor, şahid û mexdûrên Geziyê ne jî nesîbê xwe ji şîdeta polîsan girtin. Ji ber bi çavê “sempatiya ji bo Geziyê” li berxwedanê nêrîn hatin binçavkirin, derpkirin, girtin û ji kar hatin avêtin. 100 rojnamegerên ku li Geziyê pîşeya xwe pêk anîn ji aliyê polîsan ve hatin derpkirin û rastî heqaretê hatin.

Dîsan di wê demê de kovarek hat giritn, du nivîskar, pankartek û dîziyek hatin sansurkirin, kanalek ji girtinê filitî. Rojnamegerên ku ji binpêkirinên mafan ên li Geziyê nesîbê xwe girtin tiştên jiyane vegotin.

ROJEK MABÛ DÊ BIBA KADRO HAT DERXISTIN

Midûrê nûçeyan ê televizyona Tele 1 Gokhan Kazbek ê ku bi hinceta li ser tora civakî wêneyekî pêvajoya Geziyê parvekiriye ji karê xwe yê TRT’ê hat derxistin diyar kir ku salek û nîv ji xwe re kar nedît. Kazbek, da zanîn k udi berxwedana Geziyê bi refleksa rojnamegeriyê hewl da bûyeran bike nûçe û wiha got: “Xwestin ku em derbarê bûyerên Geziyê de nûçe çênekin. Ji ber wê wekî TRT me tu nûçe çênekirin. Di rojên destûrê de min nûçe çêdikirin û ji saziyên din re dişandin. Piştre saziya ez lê dixebitim zerfek zer dan min û ji min parastin xwestin. Derbarê wêneyeke ku tê îdîakirin di dema pêvajoya Geziyê de min li ser tora civakî parvekiriye de parastin xwestin. Di dawiya parastina sêyemîn de ez sewqî Lijneya Dîsîplîna Bilind hatim kirin û gotin divê biçim Enqereyê. Ez wekî kesekî koka wî ji Çerkezan tê min got di sala 1864’an de kalên me hatine vir û dijî dewletê tevnegeriyane. Lê berçavan ne girtin. Wekî personelekî bi hevpeyman dê di 1’ê Mijdarê de bibûma xebatkarê bi kadro, di 31’ê Cotmehê de Lîjneya Dîsîplîna Bilind têkiliya min a bi saziyê re birî. Ger 1’ê Mijdarê de ev lêpirsîn bihata kirin ez ê bibam memûrê dewletê.”

'DIVÊ ROJNAMEGERIYA HATIYE BINPÊKIRIN BÊ BAŞKIRIN’

Kazbek, anî ziman ku piştî ji TRT’ê hat derxistin ligel ku di mijara kovar û televîzyonê de xwedî tecrübe bû jî kar ji xwe re nedîtiye û wiha pêde çû: “Herî dawî min di ÎMC’ê ku bi KHK’ê hat girtin de kar dît. Ji Geziyê heta niha qadên ku rojnameger lê bixebitin hatine kêmkirin. Divê rêxistinên çapemeniyê bibin yek û rojnamegeriya hatiye binpêkirin baş bikin.

DI GEZIYÊ DE JI PIŞTA XWE BIRÎNDAR BÛ

Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Serdal Işik ku di dema berxwedana Geziyê de dest bi rojnamegeriyê kir, bi lêv kir ku gelek bûyerên Geziyê şopandiye û wiha domand: “Ji ber gaza polîsan avêtî min pirsgirêka bêhn girtinê jiya. Di pêvajoyên piştre de pirsgirêkên di cigera min de berdewam kirin. Ez bi guleya plastîk ji pişta xwe birîndar bûm. Ev tenê tiştên min jiyane. Hevalên me yên ji ber kapsûlên gazê birîndar bûn hebûn, kesên çavê xwe windakirin û kesên jiyana xwe ji dest dan hene. Em şahidiya vana kir. Di Geziyê de piçek be jî me rojnamegerî kir. Di astan niha de rojnamegerî zehmete. Gotina ez rojnamegerin jî zehmetire. Rojnameger tên girtin, saziyên me tên girtin û ji ber dewlet me wekî rojnameger nabîne xebitîna me zehmetir dibe.”

Rojnameger Îsmaîl Altan ku di dema Geziyê de ji Televîzyona Bariş re dixebitî û niha rojnamegeriya serbest dike jî wiha axivî: “Bûyera jina cil sor a ku gaz avêtin wê li pêş çavên min hat jiyîn. Polîsan hêzek bêrêja bikar anîn û ji gaza îsodê a hat bikar anîn ez gelek bandor bûm. Ji ber gazê min baş ne didît. Dema min çavên xwe vekir min kêmek didît. Ji ber min baş nedidît, welatiyek ketibû bin mile min û dema min çavê xwe vekir min dît ku ez anîme kolanek rex Otela The Marmarayê. Min ne dikarî bêhn bigirim. Rojek din jî dema li nava Parka Geziyê bûn bi gazê êrîşkirin. Hevalê min ket erdê û min jî serê xwe li dar da. Min hîs kir ku ez ê bimirim. Ger welatî bi aqlê selîm tevnegeriyana dê duyemîn bûyera 1977’an bihat jiyîn. Ji hemû aliyan gaz diavêtin cihekî ku em birevîn jî tune bû.”

Altan, da zanîn ku di hawirdora ku welatî ketibûn fikara canê xwe de wekî rojnameger hewlda wêneyek be jî bikêşe.