DERSIM - Bi dijwarbûna şer û pevçûnên li herêmê, li Dersimê qereqolên ku bi bariyerên betonî tên parastin ji aliyekî ve gel mexdûr dike û ji aliyê din ve jî di encama tevdîrên ewlehiyê de bûn sedema mirina 4 welatiyan.
Li Dersimê, di sala dawî de leşker û polîs bi çêkirina noqteyên venêrînê yên bi bariyerên betonî û ji qûmê, ewlehiyê pêk tînin. Li noqteyên polîs û leşkeran ên bi bariyerên betonî hatine girtin, welatî bi saetan tên astengkirin û li aliyê din jî, ji ber operasyonan heta niha gelek kes ya yekser an jî ne yekser bûne hedef û jiyana xwe ji dest dane.
NOQTEYÊN VENÊRÎNÊ VEGUHERÎN QEREQOLAN
Li Dersimê tevdîrên ewlehiyê ji bo welatiyên di ser Xarpêtê re tên; li têketina Kovancilarê, li ser Pira Seyîtliyê ya li nêzî Bajaroka Periyê ye û li herêma Aktûlûkê bi giştî li 3 noqteyan pêk tê. Her sê noqteyên venêrînê jî, bi dabeşiyên biçûk ên ji qûman pêk tên dest pê dike û her wiha ji ber zêdebûna şer û pevçûnên di demên dawî de û ji ber êrîşên bombeyî yên li gelek navçe û bajaran, bi qasî 100 metreyî pêşiya noqteyan bi bariyerên betonî hatine girtin. Noqteyên venêrînê yên ser wan jî hatine girtin, êdî ji noqteyên venêrînê wirdetir veguherîne qereqolan.
BI SAETAN JI BO GBT'YÊ WELATÎ TÊN RAWESTANDIN
Dîsa welatiyên ji Xarpêtê di ser navçeya Pêrtagê re tên jî, dema bi ferîbotê di ser bendavê re datê rastî noqteya venêrînê tên. Li noqteya venêrînê ya ku bi gelek wesayîtên zirxî hatiye dorpêçkirin, wesayîtên di ferîbotê de tên rawestandin, baxajên wan tên kontrolkirin û her wiha welatî rastî venêrîna GBT'yê tên.
LI RÊYA 40 DEQÎQEYÎ DIAJO, 50 DEQÎQE LÊGERÎN
Li Dersimê herî zêde Pulur ji tevdîrên ewlehiyê bandorê digire. Li noqteya venêrînê ya li têketina navçeya Pulurê ye, rêya ku 40 deqîqeyê diajo, welatî 50 deqîqeyî li noqteya venêrînê tên rawestandin.
EWLEHÎ 40 ROJÎ RÊ GIRT
Li Pulurê bi hinceta operasyon û ewlehiyê rê zêdeyî 40 rojî ji çûn hatinê re hat girtin. Her wiha dîsa, li navçeyê şebekeyên înternet û telefonê bi zanebûnî hatin qutkirin. Piştî êrîşa bombeyî ya li dijî lojmanên polîsan, hêzên dewletê wek gel ceza bikin hema bêje li ber her malê qûm rijandin û rê girtin. Her wiha ber malên welatiyên ku qûm bi bêran avêtin jî, gelek noqte bi bariyerên betonî hatin girtin.
JI BER EWLEHIYÊ XWENDEKAR ANÎN NAVENDÊ
Tevdîrên ewlehiyê yên navçeyê ceza dikin, herî dawî dawiya sala çûyî xwendekarên zanîngehê şandin zanînge ali navenda Dersimê ye.
LI QISLEYÊ EWLEHÎ DI ASTA HERÎ JOR DE YE
Li navçeya Qisleyê jî rêya welatiyên ku diçin Kûtûdereyê ji li têketina navçeyê tê birîn. Leşkerên ku li ber qereqolê welatiyan radiwestînin, nêzî wan nabin û ji wan dixwazin ji wesayîtên xwe dakevin û baxajên xwe vebikin. Dema vêd ikin destê leşkeran li ser tetikê ye û raste rast welatiyan hedef digirin.
AMBARGOYA ZEXÎREYAN
Dîsa li navçeyên Xozat û Çemîşgezekê jî, li noqteyên venêrînê yên li têketina navçeyan hatine avakirin heman sepandin pêk tên û li noqteyên venêrînê yên li rêyên Geliyê Pilemûriyeyê û navçeya Pilemûriyeyê, birina zexîreyan tê astengkirin. Gundiyên Pilemûriyeyê dema ji bo qûtên xwe yî salane diçin Erzînganê, di vegerê de gelek caran rastî ambargoya zexîreyan tên. Gelek welatiyên ku 3 meha carekê diçin danûstendinê, ji maddeyên wek "Alîkariya rêxistinê" rastî ceza tên.
LI HEMBERÎ MALA CEMÊ NOQTEYA EWLEHIYÊ
Yek ji noqteyên ewlehiyê ya herî zêde tevdîr lê tên girtin jî, noqteya lêgerînê ya Sutluce ya li hemberî Mala Cemê ye. Li vê noqteyê ji hejmara ya qereqolekê bêtir leşker cih digirin.
TEVDÎRÊN EWLEHIYÊ BÛN SEDEMA MIRINA 4 SIVÎLÎ
Piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê bi îlankirina OHAL'Ê re Mesût Îlkbahar (22) ê di 1'ê tebaxê de dema ji gundê Pakîre yê Xozatê ji bo îmzeyê bavê xwe dibir qereqolê wesayîta wî hat gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da. Li Geliyê Mûnzûrê piştî bombebaran 9'ê tebaxê, rêya Pulurê ji çûnhatina wesyîtan re hat girtin û karkerê bi navê Şukru Abay ê bi zorê ji bo arizeya elektrîka fîberê hat şandin, guleyek îsabetî wî kir û jiyana xwe ji dest da. Di 6'ê îlonê de wesayîta zirxî ya noqteya venêrînê ya Kemerebelê li Qada Seyîd Riza bi lezeke zêde veger kir û jina bi navê Naciye Ozdemîr (71) eciqand. Her wiha leşkerên ku di 20'ê îlonê de ji bo operasyonê çûn Geliyê Mûnzûrê jî, mînîbusek gulebaran kirin û di vê gulebaranê de ajokarê mînîbusê Ersîn Demîr (28) jiyana xwe ji dest da.
Dîsa li Herêma Amûtkayê ya Xozatê 3 welatiyên ku di 9'ê îlonê de dema bi wesayîtê ji bo îhaleya darjêkirinê çûn qada daristanî teqînek pêk hat. Di teqînê de cenazeyê welatiyekê 3 roj şûn de ji aliyê hêzên dewletê ve hat wergirtin, lê hîn jî aqûbeta 2 cenazeyên din nayê zanîn.