Dozên Gezî bêceza hatin hiştin

STENBOL - Dozên li bersûcên kuştina 11 kesên di serhildanên Gezî de hatin vekirin yek bi yek tên girtin. Di serhildanên Gezî de 11 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi hezaran kes birîndar bûbûn. Kesên bûn sedema kuştinê bêyî bên cezakirin dozyayên wan tên girtin.


5 sal berê li Stenbolê gel li dijî talankirina darên Parka Gezi daketibûn kolanan û bi şev û roj çalakî pêk anîbûn. Di serhildana gel de 11 kes hatin kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûbûn. Der barê bersûcan doz hat vekirin û dozên ku hatin vekirin yek bi yek bê ceza tên girtin. Di bûyeran de 43 kes jê giran 8 hezar û 163 kes sivik birîndar bûn. Der barê 5 hezar û 653 kesan de 97 doz hat vekirin. Tevî hemû tundiya polîsan de der barê polîsan de pir hindik doz hatin vekirin. Hem di rapora Komeleya Mafên Mirovan de hem jî di rapora Wezareta Dadê de hat diyar kirin ku nêzî 2,5 milyon mirov tev li van çalakiyan bûye. Di raporê de hat diyar kirin ku nêzî 4 hezar û 900 kes bi îdîaya şikdar in" hatine binçavkirin. Di bûyerêde nêzî 600 polîs û bi giştî 4 hezar kes birîndar bûne.

Tenê der barê polîs Fatîh Zengîn de bi hinceta îsota gazê ji nêzîk ve avêtiye “Jina cilên sor lê" Ceyda Sungur doz hat vekirin û heta 20 mehan ceza jê hat xwestin û çandiniya 600 şitlên daran lê hat birîn. Dîsa li Doktor Sercan Yuksel û Erenç Yasemîn bi sedema li Mizgefta Dolmabahçe Bezm-i Alem Valide Sultan alîkarî daye birîndaran 10 meh cezayê hepsê li wan birîn.

KOMA ÇARŞIYÊ BERAET KIR

Zabitayên ku roja ewil çadira li parkê şewitandin şewat derxistin hatin beraetkirin. Dîsa 35 kesên di nava koma alîgirên Beşiktaşê yên sazumankarê Çarşi ku Cem Yakişkan, Numan Bulent Ergenç û Halil İbrahim Erol jî heye bi henceta "Ketine nava hewldana darbeyê" doz hat vekirin û dozên tevan yek bi yek hat betalkirin. Li aliyê din dozên li 255 kesên bi hinceta tev li çalakiyan bûye hat vekirin jî yek bi yek bi cezakirinê bi encam bû.

DOZA ELVAN 4 SAL ŞÛNDE HAT DÎTIN

Di bûyerên Gezî de Berkîn Elvan di 16'ê Hezîrana 2013'an de dema ji mala xwe ya Okmeydani derket û çû firinê nan bistîne bi fişeka bombeya gazê ya polîsan birîndar bû. Elvan di 11'ê Adara 2014'an de jiyana xwe ji dest da. Yekemîn rûniştina dozê di 6'ê Nîsana 2017'an de hat dîtin. Heyeta dadgehê daxwaza girtina polîsê bersûc Fatih Dalgali red kir. 2'emîn rûniştina dozê dê di 6'ê Tîrmehê de bê dîtin.

DOZA ATAK WEKÎ ROJA EWIL E

Ahmet Atakan (23), li navçeya Antakya ya Hatayê di 10'ê Îlona 2013’an de jiyana xwe ji dest da. Dozger hat guhertin û dozgerê duyemîn bi hinceta kameraya dîmen kişandiye xerabe ye delîl kom nekirine û hêz doz nehatiye vekirin.

CEZAYÊ KUJERÊ ALÎ ÎSMAÎL KORKMAZ HAT DAXISTIN

Ali İsmail Korkmaz (19), li Eskişehirê di 3'ê Hezîranêde piştî meşa Geziyê ji aliyê polîsên sivîl ve rastî lêdanê hat û ji ber lêdana polîsan Korkmaz, piştî 38 rojan li nexweşxaneyê di ber xwe da jiyana xwe ji dest da. 3 jê polîs der barê 8 kesan de li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Qeyseriyê hatin darizandin. Der barê polîs Mevlut Saldogan de 10 sal û 10 meh ceza birî. der barê polîs Yalçin Akbulut de jî 10 sal der barê firinvan Îsmaîl Koyuncu, Ramazan Koyuncu û Muhammet Vatansever de jî ji bo her kesekî 6 sal û 8 meh ceza hat birîn. Doz li dadgeha bilind hat xerakirin û dîsa li dadgehên herêmî heman ceza hat birîn û firinvan serbest hatin berdan.

Ethem Sarisuluk (26) jî di 14'ê Hezîranêde li Qada Kizilay a Enqereyê di bûyerên Gezî de ji aliyê polîs Ahmet Şahbaz ve hat kuştin. Bersûc Ahmet Şahbaz, li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat darizandin. Ewil 21 sal ceza birîn û piştre ji halê baş ceza daxistin 7 sal û 9 meh û 10 rojan. Dadgeha bilind ceza xerakir. Piştre bersûc Şahbaz hat berdan. Doz neqlî Dadgeha Cezayên Giran a Aksarayê kirin. Dadgeha Aksarayê jî der barê Ahmet Şahbaz de ceza kêm kir û daxist Salek û 4 meh û 20 roj. Heyetê ceza zîvirand 10 hezar û 100 lîra.