ENQERE - Cîgirê Serokê Giştî yê TOB-DER'ê ya di darbeya 12'ê Îlonê de hat girtin Îsmet Yalçinkaya, diyar kir ku ji 12'ê Adarê heta 12'ê Îlonê di feraseta dewletê de tiştek nehat guhertin û wiha got: "Ger ku em dest ji çalakiyên kolanan berdin em nagêjin armanca xwe. Em dêdereng bimînin.
Cîgirê Serokê Giştî yê TOB-DER'ê ya di darbeya 12'ê Îlonê de hat girtin Îsmet Yalçinkaya, piştî beşdarî 10'emîn kongreya Egîtîm Sen'ê ya di bin KHK û OHAL'ê de pêk hat bû, geşedanên dawî nirxand. Yalçinkaya, diyar kir ku ji 12'ê Îlonê heta niha di feraset û sekna dewletê de tiştek nehatiye guhertin.
‘KARAKTERADEWLETÊ NAYÊ GUHERIN
Yalçinkaya, anî ziman ku di karakterê dewletê de tu tişt nehatiye guhertin û wiha got: 'Ji 12'ê Adarê heta 12'ê Îlonê her tişt mîna berê ye tu tişt nehatiye guhertin. Wê demê jî mamoste dihatin îxrackirin û niha ji mamoste tên îxrackirin. Di 12'ê îlonê de 3 hezar û 800 mamoste û 250 profesor hatin îxrackirin. Dîsa di serdema 12'ê Adare de gelek akademisyen û mamoste hatin îxrackirin. Tiştên ku îro pêk tên ji serdema 12'ê îlonê hej girantir in. Di serdema 12'ê Îlonê de darizandin bêtir li gorî pîvan û hiqûqa gerdûnî bû. Lê niha bi tevahî rê li pêş hiqûq û darizandine hatiye girtin. Wê deme ji daraz bi alî bû, lê niha bi awayekî fermî aliye xwe diyar kiriye. "
Yalçinkaya, da zanîn ku di serdema 12'ê ÎLonê de Dadgehên Reveberiya Awarte îfadeyên di bin îşkenceye de hatibun girtin qebûl nedikir, lê niha îşkence bê hukm e. Wê demê hiquq betir serdest bû.
Serokomar Tayyip Erdogan piştî gera Belarusdê çawa hat Tirkiye got "Çima em OHAL'ê rakin. Her kes bi reheti diçin kare xwe. Em ji Erdogan dipirin pîvanên aramiyê li vi welati çiye.
Ji bo ev welat bigêje aramiyê divê berî her tiştî demokrasî u aştî pêş bikeve. Divê masa aştiyê bê avakirin. Divê tu carî kes nekeve nava bê hêvîtiyê. Divê her kes bi hêvî û baweri tev bigere.
Ji ber ku tenê tekoşin li nava çar diwaran û parlamento naye meşandin. Kolan hene. Ger ku em çalakiyên xwe yên kolanan mezin bikin û em dîsa vegerin kolanan em dê bi ser bikevin. Mînaka vê yekê serhildanên Gezi ne. Ger ku em di vê pêvajoyê de kolanan terk bikin em nagêjin armanca xwe. Em bigejin armanca xwe ji em dê dereng bigejin. Divê em çalakî û têkoşîna xwe ya li kolanan mezin û xurt bikin."