AMED - Paketên serokwezîrê ketî Ahmet Davutoglu û Serokwekîlê Koma AKP'ê Bînalî Yildirim ji bo Sûrê hêj neketine meriyetê. Li şûna Sûr bê avakirin nexşe û ruhê bajar ê dîrokî û çandî tê xerakirin. Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca diyar kir ku hikûmet bi hilweşandina Sûrê dixwaze tekoşîn û berxwedan û nasnameya gelê Surê tune.
Navçeya Sûrê ya Amedê ku malovaniya 33 şaristaniyan kiriye, xwedî dîroka 7 hezar salan e. Sûr, gelek caran rastê êrîşên mezin hatin û bû şahidê şerên mezin. Ji bo gelê kurd jî bûyî sembola azadî û berxwedanê, carek din tê hilweşandin. Li Sûrê di 28'ê Mijdar a 2015'an de bi qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî re qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin. 18 mehin bê navber dorpêç û dagirkeriya hikûmetê didome. Bi hezaran leşker û polîsan 103 rojan şerê dijwar meşand. Leşker û polîsan 6 taxên Sûrê di bombebarana tang û topan de hilweşand û bi hezaran avahî rûxandin. Li gor bîlançoya Odeya Sazkirina Bajêr a TMMOB'ê di şerê 103 rojan de avahiyên dîrokî ji nav de hezar û 312 avahî xera bûn.
PAKETÊN SEROKWEZÎRAN BI HILWEŞANDINÊ SÎNORDAR MAN
Li Sûrê qedexe, hilweşandin û wêrankirin 18 mehe didome. Serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu 1'ê Nîsana 2016'an hat Amedê û li Xana Hesenpaşa paketa xwe ya teşwîqê aşkere kir û got "Em ê Sûr ji nû ve ava bikin". Di paketa Davutoglu ya projeya ji bo ji nû ve avakirina Sûrê de avahîsaziya Osmaniyan û Selçukiyan derket pêş. Paket ji aliyê şeniyên Sûrê ve bi bertekan hat pêşvazîkirin û derket holê ku paket ji bo vegujertina dîrok û avahîsaziya Sûrê bû. Piştî paketa Davutoglu meh derbas nebûn û serokwezîrê nû Bînalî Yildirim çenteya xwe bi paketek nû ve hat Amedê. Yildirim 4'ê Îlona 2016’'an li Amedê paketa xwe aşkere kir û got ku "Ji bo avakirina Sûrê 1.9 mîlyar razemenî dikin". Bi paketa Davutoglu jî ya Yildirim jî li Sûrê kevir li ser kevir bilind nebû, lewra roj bi roj Sûr tê hilweşandin û werankirin.
RAZEMENÎ JI BO QEREQOLAN HAT KIRIN
Li navçê ji bo avakirinê tû xebat ne hat kirin û li gel vê yekê dibistan, otel û gelek saziyên fermî yên dewletê vegerandin qereqolan û tîmên taybet hatin bi cîh kirin. Heya dawiya sala 2016'an jî 12 noqteyên hatî diyarkirin qereqol hate avakirin û ev yek bi destpêka sala 2017'an heya îro jî berdewam dike. 23 Adara 2016'an piştî derxistina pêmayên hilweşandina avahiyan bi daxwaza Miduriyeta Emniyetê ya Amedê ji aliyê Saziya Parastinê ya Bajêr ve 8 xalên ji bo avakirina qereqol û qeleqolan hat qebûlkirin. Bi van xalan ji bo hilweşandin û wêrankirina Sûrê wekî di çarçevoya hiquqê de hat nîşandan û 21'ê Adarê Civata Wezîran biryara "Îstimlaqkirina lezgîn" hat girtin. Ev biryar 25'ê Adarê rojnameya fermî de hat weşandin û 6 hezar û 300 parsel hat îstîmlaqkirin.
Piştî qedexeya derketina kolanan li gel paketên razemeniyê tu gav ji bo avakirinê ne hat avêtin û li taxên Alîpaşa û Lalebey di bin navê "Guhertina şaristaniyî" ji nû ve hilweşandin destpê kir. Hilweşandina 23 Gûlanê destpê kir û şeniyên her du taxan jî li gel qût kirina av û ceyranê berxwe didin û ji malên xwe derneketin
UCA: DIXWAZIN NASNAMEYA KURD LI SÛRÊ TUNE BIKIN
Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca hilweşandina Sûrê nirxand û got konsepta dewletê veguhertina bingeha heremê ya demografîk e. Uca anî ziman ku armanca hilweşandina Sûrê tune kirina dîroka Sûrê û dîroka tekoşîn û berxwedana Sûrê ye û wiha axivî: "El esas dixwazin gelê kurd ji Kurdistanê derbêxin. Baweriyên cûda, gelên cûda bi hevre salan li Sûrê derbas kirine, dixwazin van hemûyan tune bikin. Ne bes dîroka Sûrê dixwazin nasnameya kurd tune bikin."
'SÛR BI BERXWEDANA XWE BÛ TOLEDO'
Uca daxuyaniya serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu ya "Em ê Sûr bikin Toledo" bi bîrxist û axaftina xwe wiha domand: "Di projeya Davutoglu de avahîsaziya Osmaniyan heye û bi vê yekê peyama, 'Kurdan li Sûrê winda bikin, Sûr wekî dewra Osmaniyan ava bikin' hat dayîn. Projeya Davutoglu pêk ne hat û gelê Sûrê wekî Toledoyê berxweda. Li hemberî polîtîkayên koçberkirinê berxwedan. Uca bi gotina "Yên ku salên 90'î avahiyan şewitandin û gelê kurd koçber kirin, dixwazin îro avahiya kurdan serê wan de hilweşîne" bertek nîşanê polîtîkayên hikûmetê da û ev tişt got: "Îro hilweşandina Sûrê, tolhildana hikûmeta AKP'ê ye. Ji bo berxwedana Sûrê dixwazin dîroka Sûrê ji holê rakin. Û Sûr ji rant û TOKÎ'yê re vekin. Dewlet Sûrê dagir kiriye. Sûr bû navenda dagirkirina dewleta Tirk."
'BI RANTÊ SIYASETA TUNE KIRINÊ DIMEŞÎNIN'
Uca destnîşan kir ku hevalbendên hikûmetê li ser hilweşandina Sûrê rant bidest xistine û wiha pê de çû: "Tapoya gel destê wan de ye lê dewlet rant xist navçê. Siyaseta tune kirinê tê meşandin. Ji xwe konsepta wan ev e, guhertina demografiya Kurdistanê ye. Dixwazin nasnameyên cûda li Sûrê bi cîh bikin. Heman polîtîka li bajarên heremê jî tê meşandin." Uca ji bo li pêşiya hilweşandinê girtinê bang li UNESCO kir û banga piştevaniya bi gelê Sûrê re jî gelê Amedê kir.
Ozgur Paksoy - dîhaber