Komên 'Mertalê Firatê' tên tasfiyekirin

HELEB - MÎT, piştî pêvçûnên di navbera komên ereb-tirkmenan û Mertalê Firadê de derket, fermana tasfiyekirina komên ereb da. MÎT'ê koma Ehrar El Şarqiye ya hikûmeta Tirkiye ji Dêra Zor anîbûn tasfiye kir.

Çavkaniyên heremê, têkildarî aloziya di navbera komên hêzen ereb û MÎT'e de agahi dan û diyar kirin ku alozî û nakokiyen wan zêde dibe. Çavkaniyan agahî dan û destnîşan kirin ku rayedarên dewleta Tirkiyeyê li navçeya Karkamiş a Dîlokê ya bi ser ser sînorê Cerablûsê ve, bi endamên 8 komên tirkmen re civînek veşartî pêk anî. Çavkaniyan anîn ziman ku di civînê de biryara komên ereb û tirkmen ji nava xwe tasfiye bikin girtine. Çavkaniyan bibîrxist ku di civînê de biryar hatiye girtin ku komên Lîwa Sultan Mûrat, Tugaya Suleyman Şah, Tugaya Mihemed El Fetîh, Firqa El Ewla, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya girêdayê Lîwaya Tirkmenan, Nûreddîn Zenkî ya nava Feyleq El Şamê, bi komên ereban ên Ahrar El Şerqiye, El Cebhet El Şamiye û Feyleq El Şam re şer bikin.

89 MALBATEN KURD Û EREB JI HERÊME HATIN DERXISTIN

Çavkaniya ku geşedanên herêmê dişopîne û şahidî kiriye anî ziman ku fermandarên Komên Tirkmenan destnişan kir ku dê Cerablûs bi temamî radestê tirkmenan bikin û tevahiya pêkhateyên niştecihên ereb û kurd ji wir derxin. Çavkaniyê da zanîn ku niha dixwazin koma Ahrar El Şerqiye ku ji hêla îstîxbarata MÎT'ê ve ji bo êrîşê Grê Spî bikin û di wir de jî derbasî Reqa û heta Dêra Zorê biçin, hatibûn perwerdekirin, ji ber xeyala Tirkiye ya tevlîbûna operasyona rizgarkirina Reqayê vala derket, niha tê tasfiyekirin. Çavkaniyê anî ziman ku sedema tasfiyekirinê hinek jî ji ber komên tirkmen ên li Cerablusê dixwazin serweriya heremê di destê wan de bimîne û demografiya heremê biguherîn in. Çavkaniyê, destnîşan kir ku di nava 3 hefteyan de 89 malbatên kurd û ereb ji nava bajêr û derdora wê derxistin û wiha got: "Hefteyek berê di navbêra komên tirkmen û ereb ên Feyleq El Şam, El cebhet El Şamiye û Ehrar El Şerqiyê de li dora bajarê Cerablûsê şer derketibû û bi dehan kes ji hev kûştibûn."

‘PROJEYÊN DEWLETA TIRK HEV NAGIRE'

Fermandarekî Tahrîr El Şam ê bi navê Ebû Suleyman El Australî di 25’ê Gulanê de vîdeo di youtubê de belav kir û got “Ji bo komên di nava Mertalê Firatê de zêde bike, hin koman amade dike. Projeyan a li ser heremê hazir dike. Lê carina jî hinek koman tasfiye dike. Tu soz û projeyên dewleta tirk hevûdin nagire. Ji ber vê yekê ye hemû projeyên wî pûç dibin û li heremê jî têk diçe."

KOMA EHRAR EL ŞERQIYE

Ehrar El Şerqiye, komek di nav Ahrar û Şam de cîh digire û ji endamên Dêra Zor, Reqa û Hesekê pêk tê. Hejmara wan derdora 700 kesî ne. Kom di sala 2011’an de wek Ehrar El Şam li Dêra Zor û Hesekê dixebitî û piştre tevlî Cebhet El Nûsra bû. Lê piştî DAIŞ di sala 2014’an de Şedadê û piştre Dêra Zor dagir kir, endamên Ehrar El Şerqiye neçar man reviyan Idlibê. Bi destpêka avakirina Mertalê Firatê re Ehrar El Şerqiye jî di nav de cih girt. Armanc jî ew bû ku dema ew plana Mertalê Firatê ya ku wê tevlî operasyona Reqayê bibe de cih bigire. Her wiha Ehrar El Şerqiye di heman demî de di Mertalê Rojhilat a ku ji aliyê dewleta tirk ve di meha adarê de hate îlankirin de wek hêza esasî cihê xwe digire. Lê ji ber pêvçûnên li heremê û navxweyî hat dûrxistin.

Ji ber nakokî û pêvçûnên di navbêra komên di nava Mertalê Firatê de her diçe mezin dibe. Tirkiye di avakirina Artêşa Nîştimaniya Sûriyê de zahmetiyan dikşîne û neçar dimîne hin koman tasfiye bike.

Pisporên heremê rewşî dinirxînin, diyar dikin ku Tirkiye vê rewşê ya tevlîheviya di nava koman de bi zanebûn derdixe da ku Ehrar El Şerqiye êrîşeke pêkan li ser Girê Spî li sînor bicih kiribe jî.

Erdogan Altan - dihaber