Bavê zarokên bi panzerê hatin kuştin: Sûcdar hene

ŞIRNEX - Bavê zarokên ku li Sîlopiyê panzera polîsan kete mala wan û jiyana xwe ji dest dan Mesut Yildirim, têkîldarî bûyerê bal kişand li ser raporên pezanan û wiha got: "Li wir ne kesek, sûcdar hene."

Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê di 4'ê Gulanê de parzera polîsan li taxa Karşiyakayê kete malekî û zarokên bi navê MUhammed Yildirim (7) û Furkan Yildirim (6) jiyana xwe ji dest dan. Bavê zarokan Mesut Yildirim, têkîldarî bûyerê dosyaya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Sîlopiyê ve hatiye amadekirin nirxand. Yildirim diyar kir ku di dosyaya ku ji 400 rûpelan pêk tê de raporên pêzanan a bi detay baş e lê kêm e.

'AJOKAR DI SERÎ DE BI QUSUR BÛ'

Yildirim destnîşan kir ku zarok li cihê herî ewle hatine kuştin, ji serî de diyar bû ku ajakor bi qusur e. Yildirim got ku îfadeya polîsê hatiye girtin Omer Y. a "di bin enqazê de me zarok bi hevre derxist" rast nîne, wan zarok bi derfetên xwe ve bi wesayîtên sivîl birine nexweşxaneyê.

Yildirim bal kişand li ser tespîta pêzan a "îdare û ajokarê wesayîtê wekî hev bi qusur in" jî û diyar kir ku di bûyerê de ne kesek tenê sûcdar hene.

BANGA 'DIVÊ EV MIJAR NEYÊ JIBÎRKIRIN'

Yildirim got ku ger û ew di dewleta "hiqûq û edaletê de dijîn" dê tişta pêwîst bê kirin, yek ji mijarên ku wan diêşîne jî hê dozger nehatibû rakirina panzerê ji cihê bûyerê bû. Yildirim anî ziman ku dibe ev rewş bê serê zarokên hemû kesan jî û banga "Aktîvîstên mafên mirovan, nivîskar û hiqûqnas divê li ser mijarê bisekinin. Ev rewşekî ku bûye malî mirovahiyê. Divê ev mijar neyê jibîrkirin" li raya giştî kir.