NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê mêvan ê Rojnameya Rojeva Medya Mihyedîn Melko di nivîsa xwe de bal kişand ser hevditina Erdogan û Trump. Melko, diyar kir ku rayedarên Amerîkayê û serokdewlet Trump ji şandeya tirk û Erdogan re gotiye “Êrîşî Rojava ango YPG û HSD’ê nekin, lê di mijara têkbirina PKK’ê de em ê piştgiriya we bikin."
Nivîskarê mêvan ê Rojnameya Rojeva Medya Mihyedîn Melko, li ser ziyareta Erdogan a DYA û hevditinên veşarti nivîsand. Nivîsa Melko wiha ye:
Piştperdeya hevdîtina Erdogan û Trump aşkera dibe. Li gorî agahiyên hin çavkaniyên cuda rayedarên Amerîkayê û serokdewlet Trump ji şandeya tirk û Erdogan re gotiye “Êrîşî Rojava ango YPG û HSD’ê nekin, lê di mijara têkbirina PKK’ê de em ê piştgiriya we bikin û di hin mijaran de jî em dengê xwe ji polîtîkayên we yên qirkirina kurdan re dernaxin.” Bêguman mirov nizane ka Amerîka ev polîtîkaya xwe ya klasîk çima dîsa aniye rojevê. Gelo ji bo xweşkirina dilê Erdogan û xapandina wî aniye rojevê yan jî bi rastî Amerîkayê dîsa polîtîkayên durû li hemberî gelê kurd xistine meriyetê. Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu jî ev polîtîka rexne kir. Ji wan daxuyaniyan jî tê fêmkirin ku ev mijar di hevdîtina Washingtonê de hatiye rojevê. Heta niha ji bilî daxuyaniyên Trump ên piştî hevdîtina bi Erdogan re ku gotibû ‘Em di têkoşîna li hemberî PKK’ê de piştgiriya Tirkiyeyê dikin’, tu daxuyaniyên din ên ku vê polîtîkaya neaqilane û bêwate derew derdixin ji hêla Qesra Spî ve nehatine dayîn.
Rojava vê lîstîkê qebûl nake?
Lê bi taybetî çavkaniyên PYD, YPG û HSD’ê li hemberî vê polîtîkaya Amerîkayê ya durû nerazîbûn nîşan da. Civaka kurd, ereb û yên din ên li Rojava dijîn li hemberî DAIŞ’ê bi fedekariyeke mezin ji bo pêşeroja hemû mirovahiyê şer dikin, li hemberî vê polîtîkaya Amerîkayê nerazîbûn nîşan da. Çav li rê ye ku YPG û HSD di vê mijarê de di demen pêş de daxuyaniyekê bidin û bibêjin ku ew vê polîtîkayê napejirînin û wek hêzeke çareseriyê nabe ku ew bibin mijara bazara li ser tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê.
Gelo wateya van gotinên Amerîkayê çi ye?
Di şert û mercên heyî de hemû cîhan dizane ku projeya Xweseriya Rojava û Sûriyeya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Jixwe YPG, PYD û HSD jî diyar dikin ku ew Ocalan wek rêberê xwe dibînin. Ocalan heman modelê ji bo hemû RojhiataNavîn jî diparêze. Bi taybetî ji bo kurdên Bakur ango yên di nava sînorên fermî yên Tirkiyeyê de dijîn jî projeya Xweseriya Demokratîk diparêze. Di serî de Amerîka û hemû hêzên cîhanî dizanin ku Ocalan sazûmankarê PKK’ê û rêxistina wê ya sîwane KCK’ê ye. Di vê rewşê de Amerîka çawa dikare bibêje ‘Ez ê di plana têkbirina PKK’ê de piştgiriya Tirkiyeyê bikim’. Ev lîstikeke klasîk a dewletên ewropayî û Amerîkayê ye. Dem bi dem gotin ‘Ji PKK’ê re erê, ji Ocalan re na’ carinan gotin; ‘Ji HDP’ê re erê, ji PKK’ê re na’ û hin caran jî gotin ‘Ji Ocalan re erê, ji PKK’ê re na’… Lê her carê ev dek û dolap li dîwarê saxlem ê Tevgera Azadiya Kurdistanê qelibîn û li xwediyên xwe vegeriyan.
Pûçkirina vê planê pir hêsan e. PYD, YPG û HSD dibêjin ‘Em qebûl nakin ku Amerîka beramberî erêkirina plana ‘Têkbirina PKK’ê’ piştgiriya me bike û nabe em bibin mijara bazarên dîplomatîk ên li dijî gelê kurd’. Gelê kurd gihaştiye wê astê ku rê nede planên parçekirina hêzên kurdistanî. Lewre jî ew daxuyaniyên Trump bi çi armancê hatibin gotin jî dê her wekî bayekî ku dilê Erdogan xweş dike, bimînin û dê bi tu awayî encamê nedin.