ENQERE - 10 kesên di operasyona li dijî cemaeta Gulen a "Meleyên Mahrem" de hatin binçavkirin, diyar kirin ku rastî îşkenceyê hatine. Kesên hatin binçavkirin destnişan kirin ku piştî mesaîyê li Şaxa Malî ya Enqereyê rastî îşkenceya zayendî hatine.
Di operasyona meha nisanê ya li dijî Cemaeta Gulen a "Meleyên Mahrem" de nêzî hezar kes hatin binçavkirin. Derket holê ku kesên hatine binçavkirin li Şaxa Malî ya Enqereyê rastî îşkenceya zayendî hatine. Girteka10 kesên ku di navde mamoste, şagirt û toktor jî hene û rastî îşkenceyê hatine hat bidestxistin. Kesên hatin binçavkirin hemû serpêhatiyên xwe ji parêzeran re vegotin û anîn ziman ku di bin çavan de rastî îşkence û îstîsmara zayendî hatine. Parêzeran jî serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê da û xwest mijar bê lêkolînkirin û serlêdanên eleqeder bê kirin.
'XWESTIN EZ ÇALAK POŞMAN BIBIM'
Kesê bi navê S.K. ku di 6'ê Gulanê de îfade da Dadgerê 2’emîn Sulh Ceza ya Enqereyê di îfadeya xwe de got: "Em 3 kes bi dorê ketin odeya midûr.
Kesên ku xwe wekî dewlet pênase kirin, em tazî kirin û gefa ku bi copan tecawizî me bikin li me xwar. Hemû neheqiyên qirêj li me kirin. "
Kesê bi navê Y.S. jî diyar kir uk di bin çavan de rastî îşkenceyê hatine û wiha got: "Ez roja çarşemê li Şaxa Organize hatim binçavkirin. Ez di odeyek tarî de li ser çangan hatim rawestandin. Ez rastî neheqî û tundiyê hatim. Piştre ez tazî kirim û ez birim sersokê. Ez rastî gefê tecawiza copan hatim. Neheqîyên giran li min hatin kirin. Polîsan got ‘sibê em dê dîsa hev bibînin' Derûniya min xera bû. Roja pencşemê dîsa ez binçavkirim û xwestin ez ji poşmaniya çalak sûdê bigirim. Ez li wir jî rastî tundî, gef û neheqiyê hatim. Min di bin tundiyê de hin tişt gotin, lê ew gotinên min ên di bin îşkenceyê de ne rast in."
Kesê bi navê B.O., jî bi riya parêzerê xwe diyar kir ku rastî îşkenceya zayendî hatiye. B.O. da zanîn ku di bin çavan re bi riya parêzeran serî li Şaxa ÎHD'ê daye.
'ÎŞKENCEYA ZAYENDÎ
Daxuyaniya parêzerê ku serî li ÎHD'ê da û navê wî hat veşartin jî wiha ye:
“Ez parêzerê girêdayî Baroya Enqereyê me. Muwekilê min B.O. li Şaxa Malî ya Midûriyeta Polîsan a Enqereyê di bin çavan de dihat girtin. Dema ez çûm ziyareta wî, bi girî diyar kir ku yên li gel wî di bin çavan de rastî îşkenceyê hatiye û dibe her kêlî dor bê wî jî. Mawekilê min di 26'ê Nîsana 2017'an de di operasyona serê sibê de hat binçavkirin. Di operasyona ku di rayagiştî de wekî operasyona li melayên emniyetê yên FETO hat bi navkirin nêzî hezar kes hatin binçavkirin. Muwekilê min jî ji mala xwe hat binçavkirin. Li gorî daxuyaniya muwekilê min di odeya 6 metrekare de herî kêm 15 kes dihatin ragirtin. Piştî saetên mesaiyê bi dawî bûn polîsan ew yek bi yek xistin odeyan û li wan odeyan ew şût û tazî kirin û poşet xistin serê wan. Dîsa bi rêbaza 'şişe' zerar dan organên wan ên zayendî. Di bin navê îfadeyê de bi saetan rastî îşkenceyê hatin. Rastî îşkenge û tundiya derûnî hatine.
Dibe ku her dem muwekilê min jî rastî heman îşkenceyê bê. Piştî kesê ji aliyê polîsan ve birin odeya taybet û vegeriya hişê wî rawestiya bû. Kesê rastî darbên giran hat rakirin serwîsa lezgîn û demek kurt mudaxale kirine. Kesên hatin binçavkirin piraniya wan pîr in û Muwekîlê min dibe ku heta 7 rojên din jî di bin çavan de bimîne."
Parêzer di serlêdana ÎHD'ê de alîkarî xwest û xwest ev bûyer bê lekolînkirin û serî li rayedana bê dayîn.
JI CPT'Ê RE HAT RAGIHANDIN
Navenda Giştî ya ÎHD'ê îşkenceya îstîsmara zayendî, muameleyên xerab hem ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê re ragihand û hem jî di rojên borî de ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropa (CPT) re ragihandiye. Heyeta CPT jî diyar kiriye ku tê bi taybet bi mijarê eleqeder bibe.