Yekîneyên taybet sewqî Tendurekê dikin

AGIRÎ - Li herêma Tendurekê ya ku operasyonên leşkerî bi rojan e berdewam dike yekîneyên taybet û cerdevan hatin sewqkirin.

Li çiyayê Tendurekê ya di navbera navçeyên Giyadîn û Bazîdê yê Agiriyê û navçeya Ebexê ya Wanê ye operasyon bi rojan e berdewam dike hate hînbûn ku bi mînîbusan ve yekîneyên taybet û cerdevan hatin sewqkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin li herêmê tevgera helîkopter û heronan heye. Duh êvarê nêzî 15 mînîbusan ve yekîneyên taybet û cerdevan sewqî herêmê hatin kirin. Tîmên taybet û cerdavanên ku li herêmên Grêdan, Gund û Kanîspiyê bi cih bûn hate hînbûn ku şivanan tehdîd dikin.

Ji Giyadînê ber bi herêmê tevgera helîkopteran berdewam dike.