WAN - Li navçeya Payîzavayê derket holê ku Hayrettîn K. ê li dibistanekî dixebite 3 xwendekar îstismar kiriye.
Piştî îstismarên li navçeyên Erdîş û Elbakê yên wanê niha jî li navçeya Payîzava bûyereke îstismarê derkel holê. Hayrettîn K. ê li dibistanekî dixebite derket holê ku 3 xwendekar îstismar kiriye. Piştî ku malbatên xwendekaran bûyer vegotin û li Serdozgeriya Komarê ya Payîzavayê gilî kirin Hayrettîn K. di 24'ê gulanê de hate gritin û şandin Girtîgeha Tîpa M a Wanê.
ÎSTÎSMAR TEHDÎT GEF
Xwendekarên ku bi psîkolojoyan ve îfade dan diyar kirin ku bi îstismara Hayrettîk K. re rû bi rû mane û ji bo ku tiştên jiyan kirine venebêjin jî gefa "Ez ê we ji dibistanê bidin avêtin" li wan xwariye. Xwendekarekî jî got ku ji ber ku li dijî îstismarê derketiye Hayrettîn K. gazî wê kiriye û gef lê xwariye û bi pehînan li wî xistiye.
GELO RÊVEBERIYA DIBISTANÊ XWEST LI SER BIGIRE?
Hayrettîn K. ê ku li dozgeriyê îstismar red kir îdia kir ku îftira li wî tê kirin. Piştî ku xwendekaran Hayerettîn K. gilî kirine rêveberiya dibistanê bi biryarekî ve ew li dibitanekî navenda Wanê peywirdar dikiye û vî pêkanîna îdareya dibistanê pirsa "gelo rêveberiya dibistanê ji rewşê agahdar bû û hewl da li ser bûyerê bigire" anî hişê mirovan.
JI ÎSTISMARÊ 4 MAMOSTE HATIN GIRTIN
Li bajar di mena gulanê de li navçeyên Erdîş; Elbak û Payîzavayê li 4 dibistanan ji ber sûcê "îstismarê" 4 mamoste hatin girtin.