Doza Hayatın Sesî tv dê sibê bê dîtin

STENBOL - Rûniştina doza Hayatin Sesî tv ku bi KHK'ê hat girtin û bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" doz hatibû vekirin, dê sibê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. Parêzera televîzoyê Devrim Avci diyar kir ku êdî azadiya îfade û çapemeniyê ketiye bin piyan.

Qanala Hayatin Sesî tv bi KHK'yan hat girtin. Piştî hat girtin bi îdîaya propaganda IŞİD, TAK û PKK'ê kiriye doz hat vekirin. Yekemîn rûniştina doza Hayatin Sesi Tv sibê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Edliya Çaglayanê bê dîtin. Dûriştina dozê dê saet di 11.00'an de dest pê bike. Şirîkên Hayatin Sesî Tv Mustafa Kara û Îsmail Gokhan Bayram û Midûrê Giştî yê Berpirsiyar Gokhan Çetin dê kesî kesên şikdar beşdarî rûniştina dozê bibin. Dozgerê Komarê yê Stenbolê Fahrettîn Kemal Yerli bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" îdîaname amade kir û pêşkêşî dadgehê kir. Dozger der barê Kara, Bayram û Çetin de ji bo her kesekî heta 7.5 salan cezayê girtîgehê xwest .

'TU ELEQEYA WÊ Û HIQÛQÊ BI HEV TUNE'

Parêzera dozê Devrim Avci, diyar kir ku girtina televîzyonan asta ku Tirkiye hatiye nîşan dide û wiha got: "Em dibînin ku êdî azadiya ramanê û çapemeniyê ketiye bin pîyan. Feraseta ku hin kes nayên hiqaşkirin û rexnekirin heye. Her rexnekirin wekî heqareta li dijî Serokomar tê pênasekirin û dibe sedema dozê. Her rexneyên li dijî hikûmetê û Serokomar wekî doz li mirovan vedigere. Ev dozên ku li tv hatiye vekirin jî tenê minakek e. RTUK, ji ber nûçeyên hatin çêkirin cezayê şermezarkirinê da. Cezayê şermezarkirinê têr nekir bi KHK'ê girtin. Vê yekê jî têr nekir doz li rêveberên şîrketê vekir. Ev hemû li dijî hiqûqê ye. Dûrî pîvanên hiqûqê ye. Hiqûqa 'Min îdîaname nivîsand derbas bû' û 'min ceza da çû' heye. Ev nayê qebûlkirin."