Rûniştina doza facîaya Aladag dê sibe li Kozanê bê dîtin

ENEDE - Rûniştina doza facîaya Aladagê ku 11 jê xwendekar 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 24 zarok birîndar bûbûn, dê sibê li Kozanê bê dîtin. Nunertiya SHD ya Edene û malbatên zarokan dê beşdarî rûniştina dozê bibin.

Li navçeya Aladagê ya Edeneyê di 29'ê mijdara 2016'an de di leyliya aydî cemaeta Suleymanciyan de şewat derketibû. Di şewatê de 11 xwendekar bi giştî 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 24 zarok birîndar bûbûn. Yekemîn rûniştina dozê dê sibê li Dadgeha Cezayên Giran a Kozanê bê dîtin. Nûnerê Komeleya Mafên Civakî (SHD) ya Edeneyê û malbatên zarokên di facîayê de jiyana xwe ji dest dan dê beşdarû rûniştina dozê bibin. Parêzerê SHD'ê Can Atalay, Evren Îşler û Omer Çelik ku dozê dişopînin, bi malbatan re hatin cem hev û nirxandin kirin. Malbat û parêzeran piştî civîna girtî bang li raya giştî kirin û xwestin her kes beşdarî dozê bibin û li dozê xwedî derkevin. Serokê SHD'ê yê berê Prz. Can Atalay, anî ziman ku di şertên îro ku zext zêde ne de tevlêbûna dozê pir girîng e û xwest her kes beşdarû rûniştina dozê bibin. Nûnerê SHD'ê yê Edeneyê Mehmet Ali Gulşen, jî anî ziman ku dê dozê bişopînin û li gel malbatan cihê xwe bigirin.

Bavê Zeliha Avci ya di facîayê de jiyana xwe ji dest da Mustafa Avci jî anî ziman ku ew dest ji dozê berdanin û wiha got: "Keya Adem Aktaş xwest em li hemberî pereyan dest ji doza xwe berdin. zext li ser me kirin. le em dê heta dawî doza xwe bişopînin."