ÊLIH - Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca li Êlihê hat binçavkirin.
Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê û Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Berê Besîme Konca li Balafirgeha Êlihê hat binçavkirin. Konca piştî hat berdan li ser îtîraza dozger dîsa der barê wê de biryara girtinê hatibû dayîn.
Konca di 13'ê Kanûna 2016'an de hat girtin û di 3'ê Gulanê de li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê serbest hat berdan. Konca, piştî hat berdan dozger di 8'ê gulanê de îtîraz kir û 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê dîsa biryara girtinê da. Li ser vê biryarê Konca li Balafirgeha Êlihê hat binçavkirin. Tê payin ku piştî Konca bibin edliyê û biryara girtinê bê xwendin wê dîsa bişînin girtîgehê. Rûniştina doza Konca ku bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê tê darizandin dê di 31'ê Gulanê de bê dîtin.
Parêzerê Konca Bayram Arslan, diyar kir ku dozgerê Komarê dosyayên ku bi dosyaya sêrtê re kiriye yek hinceta girtinê nîşan daye û ev li dijî hiqûqê ye. Arslan, anî ziman ku dozger 5 dosyayên cuda yên li Sêrtê kirine yek û şandine Êlihê û Dadgeha Êlihê jî biryara bêşopandinê daye û dosya sewqî Dadgeha Herêmi ya Dîlokê kirine. Aslan, da zanîn ku binçavkirin û girtina Konca li dijî hiqûqê ye.