Li Licê sewqiyat û topebaran

AMED - Di operasyona ku li çoltera navçeyên Pîran, Hezro, Karaz û Licê hatiye destpêkirin de bi hezaran leşker hatin sewqkirin. Çoltera gundên Sîsê û Derxûs ên Licê jî tên topebarankirin.

Piştî ku Walîtiya Amedê duh li 59 gundên Pîran, Licê, Karaz û Hezroyê qedexeya derketina derve îlan kir bi hezaran leşker û gelek wesayîtên zirxî sewqî herêmê hatin kirin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku operasyona herî mezin a demên dawî tê meşandin û serê sibehê jî tevgera leşkerî dest pê kiriye.

Herêma çolter a di navbera gundên Sîsê û Derxûsê yên Licê tê topebarankirin. Gundî nikarin ji malên xwe derkevin û riyên ku diçin van gundan jî ji aliyê leşkeran ve hatine girtin.