Akademîsyenên hatin îxrackirin: Em ne mirovên ku girêdayî cihwaran bin

ANTALYA - Akademîsyenên Zanîngeha Akdenîzê yên ji ber belavoka aşitiyê îmzekirin bi KHK'ya ku herî dawî hat derxistin re hatin îxrackirin wiha gotin:"Em ne mirovên ku girêdayî cihwaran bin. Em ê her tim fikrên xwe îfade bikin û zanist çi hewce bike em ê wê bikin û bidomînin."

Hîndekara Beşa Dîroka Tib û Etîkê Hafîze Ozturk a ku ji ber belavoka aşitiyê îmzekir û bi Biryarnameya di Hukmên Qanûnê de (KHK) ya dawî hat derxistin re hat îxrackirin diyar kir ku, bedêleke aşitiyê jî heye û wiha got:"Em wê bêdelê wek bêkarîtiyê didin." Ozturk anî ziman ku, lêpirsîna ku piştî wan belavkoa aşitiyê îmzekir û der barê wan de hat destpêkirin bi temamî derhuqûqî û siyasî ye û got, lêpirsînên ku li gelek zanîngehan hatin destpêkirin encamên cuda cuda dane û bi taybetî bi hestên tolstandinê bi ser akademîsyenên ku belavok îmzekirine tên.

'DERBE VEGUHERANDIN FIRSENDÊ'

Ozturk a ku got, "Em bûn şahid ku ev biryar bi rêya KHK'yan ji YOK'ê derketin" anî ziman ku, îktîdar hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê veguherandiye firsendê. Ozturk dest nîşan kir ku, li Zanîngeha Akdenîzê piraniya akademîsyenên îmze avêtine bijîşk bûne û wiha axivî:"Em dizanin her cure şer û nêvenga şidetê xesarê dide tenduristiya mirovan û ji ber vê em li dijî şeran û nêvengên şidetê dertên. Îjar em ne derbeyê, ne jî şer ne tesdîq dikin û ne jî çavê xwe ji wan re digirin. Em mecbûr in daxwaza aşitiyê bikin, peywira me yî sereke ev e. Ji bo bijîşkiyeke baş, ji bo asta tenduristiya civakekê baş pêk bê û perwerdehiyeke baş bê dayîn, pêdiviya me bi nêvenga aşitiyê heye. Ji ber vê me belavoka aşitiyê îmze kiribû."

'EM Ê DI DEMEKE HERÎ KURT DE VEGERIN'

Ozturk anî ziman ku, heke heman xebat niha jî hebe ew ê piştevaniya wê bikin û got daxwazkirina aşitiyê ne sûc e. Ozturk wiha axivî:"Em mafdar in û em ê bi ser kevin. Wê ev pêvajo me ne ji nexweşên me û ne jî ji xwendekarên me bike û em ê di demeke herî kurt de vegerin."

'ZANÎNGEH SERDEMÊN XWE YÎ HERÎ XERAB DIJÎN'

Ji akademîsyenên îxrackirî yên Zanîngeha Akdenîzê Hîndekarê Beşa Romotolojiyê yê Fakulteya Tibê Erdal Gîlgîl jî wiha got:"Nêvenga ku niha em tê de ne, bi rastî jî serdema herî xerab a zanîngeha ye. Rewş hatiye wê astê ku em êdî li wan serdemên xwe yî ku em ji YOK'ê bi gazinc bûn jî digerin. Zanîngeh di warê gerûdniyê, hilberîna zanistê de serdemên xwe yî herî xerab dijîn."

'EM NE EW MIROVÊN KU GIRÊDAYÎ CIHWARA NE'

Gîlgîl dest nîşan kir ku, têkiliya wan bi zanîngehê re qut bûye, lê belê wê têkiliya wan tu carî bi akadmiyê re qut nebe û wiha axivî:"Em ne ew mirovên ku girêdayî cihwaran ne. Em ê her tim fikrên xwe îfade bikin û zanist çi hewce bike em ê wê bikin û bidomînin. Em bawer dikin ku, em dubare vegerin nav xwendekar in xwe û wê li zanîngehan dubare nêvenga zanistê hêşîn bibe. Ji bo vê jî em ê têkoşîna xwe bidomînin."