AMED - Baroya Amedê gelê Sûrê ziyaret kir û li daxwazên wan guhdar kir. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, diyar kir ku gelê Sûrê naxwaze Sûrê terk bike. Ozmen, anî ziman ku ji bo rayedar guh bidin daxwazên gelê Sûrê dê bi rayedaran re hevdîtin bikin.
Baroya Amedê ji bo li daxwazên gelê Sûrê guhdar bike li taxa Alipaşa û Lalebey gel ziyaret kirin. Baroya Amedê ku ji Serokê Baroyê Ahmet Ozmen û reveberiya wê pêk tê li nava taxên ku xanî tên xerakirin geriya û daxwazên wan guhdar kirin. Piştî ziyaretê li ser navê baroyê Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, diyar kir ku malbatên Sûrê naxwazin warên xwe terk bikin û naxwazin biçin cihekî din bijîn. Ozmen, anî ziman ku gelê Sûrê dixwaze xaniyê wan bên nûkirin û naxwazin cih û warên xwe yên lê mezin bûne terk bikin. Ozmen, anî ziman ku gelê Sûrê naxwaze malên xwe yên li Sûrê terk bike.
Ozmen, destnîşan kir ku divê warên çandî û diroki neyên xerakirin û ev daxwazên gel li ber çavan bê girtin û wiha got: “Dema Amed tê gotin Sûr tê hiş û aqilan. Amed Sûr e. Dilê Amedê Sûr e. Ger ku Sûr tune be Amed jî tune ye. Di demên dawî de gelek avahî hatin xerakirin. Niha 2 taxên tin jî tên xerakirin. Bi dozeran her tişt tê xerakirin, Dîrok, çand û her tişt. Divê rayedar guh bidin daxwazên gelê vir. Em jî dixwazin xaniyên li vir neyên xerakirin. Niha bi qutkirina av û ceyranê gelê vir mexdûr dikin. Em dixwazin rayedar dawî li van pêkanînan bînin. Dîsa ji bo dawî li van pêkanînan û daxwazên gel li ber çavan bên girtin em dê bi rayedaran re hevdîtin bikin."
Ozmen, da zanîn ku UNESCO li hemberî vê hilweşînê bedeng e û wiha got: "Me gelek hevdîtin pêk anîn. Lê ev hevdîtin bê encam man. Mixabin Unesco li hemberî hilweşîna Sur’ê bêdeng e. Em wekî Baroya Amedê j bo Sur û warên dîrokî û çandî neyên hilweşandin hewldan û daxwazên xwe berdewam bikin. Em dê daxwaz û pêşniyarên gelê Sûrê jî bi rayedaran re parve bikin.