Saçilik ê tîşortê Gulmen û Ozakça li xwe kir hat binçavkirin

ENQERE - 3 kesên ku Velî Saçilik jî di navde, bi boneya piştgiriyê bide Nuriye Gulmen û Semih Ozakça ên di roja 82'an de çalakiya xwe di girtîgehê de berdewam dikin, tîşortên wan li xwe kirin hatin binçavkirin.

Akademîsyen Nuriye Gulmen û Mamoste Semih Ozakça bi armanca mafê xwe bi dest bixin ketibûn çalakiya greva birçîbûnê û di roja 76'an a çalakiyê de hatibun girtin. Gulmen û Ozakça pişî hatin girtin jî çalakya xwe berdewam dikin û 82 rojin di girtîgehê dene. 3 kesên ku Velî Saçilik ji di navde bi armanca piştgiriyê bidin Gulmen û Ozakça tîşortên Gulmen û Ozakça li xwe kirin hatin binçavkirin. Saçilik, ku li Kolana Yukselê tîşortên Gulmen û Ozakça li xwe kiribûn, bi hinceta ji aliyê walitiyê ve ve hatiye qedexekirin hatin binçavkirin. Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Yukselê hêj di bin dorpêça polîsan de ye.