Tabelayên erebî yek bi yek tên daxistin

HATAY - Piştî li Hatayê tabelayên bi erebî hatin rakirin niha li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê jî tabelayên erebî yên esnafan yek bi yek tên rakirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê ya CHP'î di 21'ê Gulanê de tabelaya esnafan a erebî daxistibû xwar. Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê ya CHP’î tabelayên esnafên Sûriyeyî yên bi tîpên Erebî hatine nivîsandin bi hinceta "Derdorê qirêj dike" daxistibûn. Rayedarên şaredariyê li nava bajar gelek tabelayên esnafên Sûriyeyî yên bi tîpên erebî hatibûn nivîsandin yek bi yek daxistibûn. Niha jî li navçeya Îskenderunê tabelayên erebî yên esnafan hatin rakirin. Şaredarê Îskenderunê Seyfi Dingil daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku zabitayên wan ji bo tabelayên erebî yên esnafên Sûriyeyê daxin dest bi xebatan kirine.

Dingil, diyar kir ku wan biryar girtiye ku tabelayên erebî yen li navçeyê rake. Dîngîl, anî ziman ku tabelayên erebî zerarê dide parastina zimanêtirkî."