Parlementera HDP'ê Konca hat girtin

ÊLIH- Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca ya ku di 3'yê Gulanê de hatibû tehliyekirin, îro dubare hat girtin.

Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca ya di 13'ê Kanûna 2016'an de hatibû girtin û di 3'yê Gulanê de ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê ve hatibû tehliyekirin, li ser îtiraza Serdozgeriya Komarê ji aliyê 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê der barê wê de biryara zevtkirinê hat dayîn û îro li Balafirgeha Êlihê hat binçavkirin. Konca birin edliyeyê û li eywanan dadgehê bi hinceta "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" biryara girtina wê hat xwendin û ew birin gritîgehê.

Danişîna dozê dê di 31'ê Gulanê de bê dîtin.