Li Amedê 43 gundên din jî hatin qedexekirin

AMED - Li Licê, Pîran, Hênê û Karazê ji ber operasyona ku berdewam dike li 43 gundên din jî "qedexeya derketina derve" hate îlankirin.


Li navçeyên bakur ên Amedê bi beşdariya hezeran leşkeran ve operasyona leşkerî hate destpêkirin. Roja borî li 59 gundên Hezro, Licî, Karaz û Pîranê hatibû îlankirin. Walîtiyê li 43 gundên din ên Licê, Hênê, Karaz û Pîranê jî qetexeya derketina derve hate îlankirin.