ÎZMÎR - Li Tirkiyeyê hejmara zarokên rastî îstîsmarê tên her diçe zêde dibe û her wiha bêcezatiya di mijara îstîsmara zarokan de jî didome.
Li Karamanê, piştî 10 zarok li Weqfa Ensarê rastî îstîsmara Mûharrem B.'yê 54 salî hatin, bi zagona "zewaca zarokan a bi îstîsmarkar" ya ku parlementerên AKP'î hewldan wê derxin re, "îstîsmara zarokan" careke din ket rojevê. Li Tirkiyeyê yek ji wan cihên herî zêde îstîsmara zarokan lê diqewime jî herêma Egeyê ye.
Di warê îstîsmara zayendî ya zarokan de piştî Herêma Marmarayê, Ege di rêza duyemîn deye. Li gor xebatên Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî ya Îzmîrê û Navenda Şopandina Zarokan a Baroya Îzmîrê, li Îzmîrê di 3 salên dawî de di navbera temenên 0-18'an de hezar û 865 bûyerên îstîsmara zayendî pêk hatine. Li gor van hejmaran di 2013'an 677, di 2014'an 613, di 2015'an 494 û di tenê di meha ewil a 2016'an de 81 û li daneyên Şopandina Mafên Zarokan jî di meha dawî de 4 bûyerên îstîsmara zayendî qewimîne.
JI SEDÎ 80'YÊ ÎSTÎSMARKARAN ZAROK NAS DIKIN
Li gel vê li gor temenan belavkirina îstîsmara zayendî jî tê diyarkirin ku, di navbera temenên 0-3'yan de ji sedî 10, di navbera temenên 4-7'an de ji sedî 30, di navbera temenên 8-11'an de ji sedî 25, 12 û ser wê ji sedî 35 e û belavkirina wê yî li gor zayendê jî, rêjeya kur û keçê 1/3 ye. Dîsa hat diyarkirin ku, di mijara îstîsmara zarokan de ji sedî 96 îstîsmarkar mêr e û ji vana ji sedî 80'yê wan jî zarok nas dikin.
LI TIRKIYEYÊ BÊCEZATIYA ÎSTÎSMARÊ DIDOME
Zagona "zewaca zarokên îstîsmarkirî ya bi îstîsmarkar" a parlemneterên AKP'î dixwestin wê di emclîsê re derbas bikin, her çiqas li ser bertekan bi paş ve hat kişandin jî, di îstîsmarê de temê "rizabûnê" daxistin 12 salan. Li gor nirxên îslamî dema zarok regl bibe êdî dikare bizewice û tişta balê dikêşe ew e ku, li Tirkiyeyê temenê "rizabûnê" jî wek 12 salan hat diyarkirin.
Îstîsmarkarê Y.K. a ku rastî tacîza kalikê hevala xwe hat û ji tirsa qeyrana dilî derbas kir û jiyana xwe ji dest da, serbest hat berdan. Ceyhan A. yê 4 sal berê Y.P. ya 15 salî îstîsmar kir û rastî 6 sal û 8 meh cezayê hepsê hat, 14'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind biryar xera kir. Doza ku ji nû ve hat dîtin, vê carê jî bersûc ji ber fîzîka mexdûr ji temenê wê zêdetir xuyabûye beraat kir. Li navçeya Menderesê ya Îzmîrê, 2 sal berê gerînendeyê dibistanê Adîl Ş. bi îdiaya 'fîlmê bi naveroka xwe zayendî' bi 6 xwendekarên keç ên temenên wan di navbera 6-11 salan de dabû temaşekirin, bi daxwaza 102 sal cezayê hepsê doz lê hatibû vekirin û di danişîna vê dozê ya vê hefteyê de jî tu geşedanek pêk nehat.
'LI GOR PEYMANA NAVNETEWÎ BINIYA TEMENÊ DI BIN 18'AN DE WEK ZAROK tÊ HESIBANDIN'
Rêveberê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Alî Aydin diyar kir ku, di qanûna cezayî ya di 2004'an de hat weşandin de bi taybetî cihekî girîng ê sûcên îstîsmarî tê de cih digirtin û anî ziman ku, bi taybetî di îstîsmara li dijî zarokan de wê demê ceza bilind bûn. Aydin dest nîşan kir ku, li gor peymanên navnetewî temenên di biniya 18'an de wek zarok tên hesibandin û wiha got:"Ji ber vê divê di sûcên îstîsmara zayendî de, ji dêvla daxistina ceza yan jî tabîgirtina rizayê, rêgirtina li vê girîngtir e."
'HEKE WISA BIDOME WÊ ZÊDETIR BIBIN'
Aydin anî ziman ku, bûyerên îstîsmara zayendî bêtir li dibistan û wargehên taybet pêk tên û diyar kir ku, bi taybetî jî li wargehên cemaetê zêde pêk tên û ev der rastî tu mueyyideyên nayê, venêrîn pêk nayê. Aydin anî ziman ku, di pêvajoyên dawî de ji bo sûcên îstîsmarê bi rêyên neyekser serlêdanên efûkirinê tên kirin û wiha axivî:"Ji bo efûkirinê serlêdanên neyekser pêk tên. Di huqûqa medenî de rizaya zarokên 15 salî tune ye. Heke wisa bidome, wê bûyerên îstîsmarê zêdetir bibin."