ŞIRNEX - Berîvanên ku ji ber li gundê Roboskiyê zozanên wan hatin qedexekirin û mecbûr man li qadên cuda heywanên xwe bidoşin wiha gotin: "Li ser xaka xwe em xweşikî nikarin bijîn. Qadên me yên jiyanê mayîn kirin."
Li gundê Roboskiyê yê Qilebana Şirnexê jî welatî nesîbê xwe ji qedexeyên herêmên çolterî wergirtin. Nêzî 25 berîvanên ku sibehê zû ji ber zozanên wan qedexe ne berê xwe didin bejahiya gundikê Zeviya, carinan bi peyatî carinan jî bi wesayîtên ku kirê dikin diçin. Berîvanên ku her yek ji wan nêzî 50-60 mî û bizinan didoşin, dest nîşan kirin ku ji ber qedexeyan çavkaniyên wan ên debarê ji holê tên rakirin.
‘QADÊN ME YÊN JIYANÊ MAYÎN KIRIN'
Kadire Encu, ku nêzî 30 sal in bêrîvantiyê dike, dest nîşan kir ku bi qedexeyan her roj hîn bêtir qadên wan ên jiyanê tên tengkirin. Encu, da zanîn ji ber ku qadên ku zozanên wan lê ne hatine mayînkirin ew heywanên xwe li cihên nêzî gund diçêrînin û wiha axivî: "Em zehmetiyan dikişînin. Berê ne wisa bû. Berê me pêdiviyên xwe bi cih dianîn. Lê belê niha tenê ev kar di dest me de maye. Em şîrê ku debara xwe pê dikin vediguherînin penêr, rûn û mast. Qadên me yên jiyanê mayîn kirin."
‘LI VÊ XAKA XWE YA XWEŞIK, XWEŞIKÎ EM NIKARIN BIJÎN'
Halime Encu jî bi gotina "Zaliman tu hizûr nehişt" bertek nîşanî qedexeyan da û got ku, ew zaf xemgîn e ku nikarin bi rihetî li vê erdnîgariya xweşik bijîn. Encu, dest nîşan kir ku berê hejmara heywanên wan zêdetir bû û wiha domand: "Em bi wesayîtên ku kirê dikin tên van deran. Ji ber zozanên Binexşê qedexe ne, em niha li vir in. Em xwarina li vir dixwin û paşê diçin. Em li vê xaka xwe ya xweşik, xweşikî nikarin bijîn."