ENQERE - Bostanê Berkin Elvan, ku ji aliyê Înîsiyatîfa Yuzuncu Yilê bi mebesta jîndarkirina navê zarokên ku di dema çalakiyên Geziyê û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan çêkirin, dê îsal bi lidarxistina 4'emîn "Şahiyên Çandiniyê" ji nû vê hêşîn bibe.
Bostanê Berkin Elvan, ku li Taxa Yuzuncu Yilê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê ye, dê îsal dîsa hîşên bibe. Bostan ji aliyê Înîsiyatîfa Yuzuncu Yilê ji bo jîndarkirina navê Berkin Elvan ê ku di dema berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest da hat çêkirin. Li vî bostanî şitlên Medenî Yildirim, Mehmet Ayvalitaş, Ali Îsmaîl Korkmaz, Ethem Sarisuluk û Abdullah Comert ku bi guleyên polîs û leşkeran hatin kuştin jî hene.
Ji endamên înîsiyatîfê Nilgun Kiliç, anî ziman ku ew dixwazin navê Berkin Elvan jîndar bikin û wiha got: "Bi vî awayî em dixwazin piştevaniya jiyana ekolojîk jî bikin." Kiliç, dest nîşan kir ku niştecihên taxê jî ji bo pêwendiyên di navbera xwe de xurt bikin bostanekî wisa çêkirine û wiha axivî: "Niştecihên taxê jî me mînak girtiye û li nav baxçeyên xwe bostanên ekolojîk çêdikin. Ew xwe bi xwe berên xwe hildiberînin."
‘EM BI BERÊN TÊN BERJEVKIRIN ŞAHIYA MELEMEYÊ LI DAR DIXIN'
Kiliç, anî ziman ku kî bixwaze dikare berên li nav bostan berhev bike û wiha ragihand: "Em her sal 'Şahiya Çandiniyê" li dar dixin û bi berên ku em berhev dikin jî salê du caran şahiyeke melemeyê li dar dixin. Îsal ji ber siftîbûna rojeva siyasî, em bi dereng ketin lê em ê vê yekşemê şahiya xwe ya çandiniyê li dar bixin."
‘BERMAYIYÊN BAZARÊ WEK GUBREYÊ XWEZAYÎ TÊN BIKARANÎN'
Endama înîsiyatîfê Elif Noyan jî anî ziman ku, li bostanên wan gubre û dermanên sunî tune ne. Noyan, got ku berên ku li bazaran tên avêtin ew wan vediguherînin gubreyê xwezayî. Noyan, da zanîn ku hawirdora bostan bi piştevaniya niştecihên taxê ji aliyê endamên înîsiyatîfê ve bi têlan hatiye girtin û wiha got: "Avdanî, tevrik û xebata bostan bi awayekî palûteyî ji aliyê gel ve tê kirin."