‘Min jî dixwest bilîzim lê...'

EDENE - Zarokên ku li nav zeviyên Çûkûrovayê bi lingê pêxwas tevî malbatên xwe dixebitin, barên ji xwe girantir dikişînin. Zarokan anî ziman ku ew zarokatiya xwe najîn, lê belê "mecbûr in" ku bixebitin.

Li Tirkiyeyê nêzî 2 milyon zarok tên xebitandin. Ji sedî 40'ê wan li nav zeviyan dixebitin. Yek ji bajarên ku herî zêde zarokên karker lê ne Edene ye. Karkerên demsalî yên ji bajarên cuda tên Edeneyê, ji neçarî tevî zarokên xwe li nav zeviyan dixebitin. Zarokên ku di çaxê dibistanê de ne, li nav zeviyan tên xebitandin.

Zarokên ku li nav zeviyên pîvazan ên li Taxa Kurkçulerê ya navçeya Yuregîr a Edeneyê em rastî wan hatin, bi wan destên xwe yên biçûk alîkariya dê û bavên xwe dikin û pîvazan berhev dikin.

Zarokeke keç a 10 salî, diyar dike ku ew ji Rihayê hatine û wiha dibêje: "Ez tevî malbata xwe hatim. Bi wan re pîvazan berhev dikim. Karekî zehmet e. Dema diwestim rûdinêm." Keçika 10 salî, tîne ziman ku ew jî dixwaze wek zarokên din bilîze, lê belê... Zarokê bi navê Muhammed jî yek ji wan zaroka ye ku alîkariya malbata xwe dike. Ji ber ku hemû ferdên malbata Muhammed ji bajêr hatine Edeneyê û dixebitin, ew jî neçar maye ku dev ji dibistanê berde.

'LI NAV ZEVIYAN MEZIN BÛM'

Ciwanê bi navê Îsmaîl Kiral (18) ê ku dibêje ji 4 saliya xwe heta niha li nav zeviya me, got ku wî zarokatiya xwe nejiyaye. Kiral, anî ziman ku wî heta pola 7'an xwendiye û wiha domand: "Bi hezaran zarokên kurd li nav zeviyan dixebitin. Ez jî yek ji wan im. Niha xwişk û birayên min jî bi me re tên nav erd. Min jî dixwest zarok bim û bilîzim. Min dixwest biçim dibistanê û bixwînim. Lê nebû. Bi salan e dixebitim. Em mecbûr in ku bixebitin. Heke em nexebitin nabe. Xebata li nav zeviyan ji bo zarokan zehmet e. Lê ka çi bikin, mecbûr in."