IDÎR - Li Îdirê mamosteyê 12 salan Tamer Yikit, piştî ku hat îxrackirin li quntarên Çiyayê Agiriyê dest bi danîna darên gûzan kir.
Li Îdirê, mamosteyê seretayî Tamer Yikit (37) ê ku hat îxrackirin li quntarên Çiyayê Agiriyê dest bi çandiniya organîk kir. Piştî ku Yikit di 7'ê Sibatê de bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat îxrackirin, li gundê Yenidogan ê navçeya Başanê dest bi danîna darên gûzan kir. Yikit, li gundê ku li quntarê Çiyayê Agiriyê ye pêşî gûz xistin bin axê û li bendê ma ku hêşîn bibin. Paşê, Yikit li erdekî 10 donimî şitlên wan danîn û niha jî li bendê ye ku darên wî mezin bibin û gûzan bidin.
Yikit, anî ziman ku ew bêriya xwendekarê xwe dike, lê bi bilîbûna axê re ew hewl dide ku şûna wê hesretê tije bike û wiha got: "Dema hatim îxrackirin zaf xemgîn bûm. Ji zarokên xwe veqetiyam. Veqetîna ji zarokên ku tu kedê didî û wan mezin dikî pir zehmet e. Car carinan serdana wan dikim, lê dîsa jî bêriya wan dikim. Lê belê, bi saya vî baxçeyî stresê davêjim û ji bo pêşerojê hêvîdar im."
‘BÊZAR NEBÛM, MIN TIM HEWL DA'
Yikit, diyar kir ku wî li gundê ku lê çêbûye alternatîfa xwe ya aborî afirandiye û wiha ragihand: "Di jiyanê de gelek alternatîfên ku em nabînin hene. Min yek ji vana dît. Ji ber cerîbîneke min tune bû, di destpêkê de tengijîm. Lê belê, min ked da, hewl da. Bêzar nebûm û qet bêhêvî nebûm û niha encamên wê bi dest dixim. Baxçeyê min ji bo min bû hêvî."
‘MÎN HÊŞÎNBÛNA HÊVIYÊ DÎT'
Yikit, anî ziman ku di navbera mezinbûna zarokekî/ê û darekê de pir cudahî tune ne û wiha axivî: "Dema min dest bi danîna daran kir, min dît ku di navbera pêvajoya mezinbûnê ya zarokekî/ê û darekê de pir cudahî tune ye. Min ferq kir ku li cihekî ku zarok lê mezin bibin çawa ku hêvî xurt dibe, li cihê ku darek jî lê mezin bibe hêvî hêşîn dibe."
Yikit, diyar kir ku dema wî ewil dest bi vî karî kir mirovên li derdorê tu wate nedidan hewldana wî û wiha domand: "Vî baxçeyê ku bi demê re min bi hevsengeke ekolojîk xebitandan ji bo mirovan bû cihê hêviyê. Wan jî dest bi xebitandina axa xwe kirin. Li Tirkiyeyê di warê bejîbûnê de Deşta Îdirê di rêza duyemîn de ye. Bi vî awayî em hem dikarin rê li ber koçberiyê hem jî dikarin li ber bejîbûnê bigirin."
‘AX MAMOSTETIYA MIN KIR'
Yikit, dest nîşan kir ku dema wî dîtiya tovên ku wî çandibûn hêşînbûne wî ax hembêz kiriye û wiha axivî: "Min tovên ku gûz di nav wan de bi dirêjahiyî çîmdar kirin. Toximên ku min ew çîmdar kirin çandin. Paşê min şitlên xwecihî yên çandin aşî kirin û min darên ku dê pir gûzan bidin hilberandin. Aşiyên ku meheke berê min kirin, niha cihê xwe zevt kirine. Bi xwezayê re bûm yek. Wek perwerdekarekî heke roj hat û vegeriyam cem xwendekarên xwe, ez ê vê cerîbîna xwe xwezayê daye min bi wan re parve bikim. Ez perwerdekar im, lê belê li zeviyekî 10 donimî ax mamostetiya min kir."
Berivan Karataş - dihaber