STENBOL / HATAY - Malbatên ku di çalakiyên Geziyê re zarokên xwe winda kirin ligel ku 4 sal darbas bû jî êşên wan teze ye. Malbatan diyar kirin ku ew ji zarokên xwe fêrî berxwedan û têkoşînê bûne û piyama "4 sal derbas bû lê şertên ku Gezî afirandin hê nû ye, Geziyên nû li ber derî ye" dan.
Li ser bûyerê Geziyê yên 11 kesan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes birîndar bûn, hatin binçavkirin 4 sal derbas bû. Malbatên ku di çalakiyên Geziyê de zarokên xwe winda kirin, birîndar bûn û bijîşkên Geziyê ew roj û îro vegotin.
Endama Lijneya Rêveber a Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTO) Încilay Erdogan a di revirên seyar ên nêzî Parka Geziyê hatin avakirin de mudaxaleyî birîndaran kir got ku ger ku revîrên seyar nebûna gelek mirovan jiyana xwe ji dest bidab
DR. ERDOGAN: LI MIZGEFTÊ TEKANE QIRÊJÎ XWÎNA MIROVÊN KU POLÎSAN EW BIRÎNDAR KIRIBÛN BÛ
Erdogan diyar kir ku gelek caran polîsan bombeyên gazê avêtin revîran û wiha axivî: "Me cihê xwe kir revîr ji ber jiyana mirovan ji bo me girîng bû. Meleyê migefta Bezmîalem Valîde Sultanê jî deriyên xwe ji me re vekir û me ew der kir revîr. Gotin we ew der qirêj kiriye. Li wir tekane qirêj xwîna mirovên ku di encama şîdeta polîsan de birîndar bû bû."
KESENBÎLÎCÎ YÊ ÇAVÊ XWE WINDA KIR: EZ POŞMAN NÎNIM
Volkan Kesenbîlîcî yê ku di Geziyê de çavê xwe winda kir jî wiha axivî: "mMn ji ber çakên ku berê qet nedizanî yên ji wesayîtên zirxê hatin avêtin çavê xwe winda kir. Hê jî di çav û mejiyê min de parçe hene." Kesenbîlîcî destnîşan kir ku ger bijîşkên dildar ne li wir bûna dê gelek kesên din çavên xwe winda bikira û tekane daxwaza wî jiyaneke azad e, ji ber ku di nava berxwedanê de cih girtiye poşman nîne.
DAYIKA BERKÎN ELVAN: EZ JI KURÊ XWE FÊRÎ BERXWEDANÊ BÛM
Dayika Berkîn Elvan ê di 16'ê Hezîrana 2013'an de ji ber fîşeka gazê ya polîsan birîndar bû û piştî 269 rojan jiyana xwe ji dest da Gulsum Elvan jî wiha got: "Hêviya min ji dadgehan tuneye. Ji Alî Îsmaîl Korkmaz heta Dîlek Dogan, KEmal KUrkut tiştên ku me dît dibe sedema ku em li hemberî edaletê baweriya xwe winda bikin. Tekane daxwaza min ew e ku li dadgehan ceza bê dayîn. Ji ber ku mirinên din naxwazim."
Elvan anî ziman ku têkoşîna wan tenê ji bo ku mirinên din pêk neyên e û wiha berdewam kir: "Ziman, ol û nijada êşê tuneye. Bila êdî bisekinin, em mirinan naxwazin. Zilm heta cihekî ye, bizmarê welat derketiye kesekî ku vî bizmarî bikute tuneye. Ez nikarim wî ji bîr bikin. Gelek bêriya wî dikim. Xeyalê wî hebû, dixwest bibe futbolvan. Ez bi berxwedana 269 rojan wî bi bîr tînin. Îro ger hebûya dê bigota dayê li ber xwe bide. Ez ji kurê xwe fêrî berxwedanê bûm."
BAVÊ MEHMET AYVALITAŞ: LI CIHÊ KU HAT KUŞTIN MIN MAL GIRT
Bavê Mehmet Avalitaş ê li Umraniyeyê di 2'yê Hezîrana 2013'an de ji ber ku wesayîtekî lê da û jiyana xwe ji dest da, Alî Ayvalitaş jî wiha got: "Li nêzî cihê ku kur^emin jiyana xwe ji dest da min malek girt. Dema ku ji wir derbas dibim û dinêrim dilê min parçe dibe. Dema ji wir derabs dibim dua dikim." Ayvalitaş ê ku piştî kurê wî jiyana xwe ji dest da di 13'ê kanûna 2013'an de hevsera xwe winda kir got ku qet dev ji têkoşîna xwe bernedaye.
Ayvalitaş wiha got:" Di 2'yê Hezîrana 2015'an de bi kedekî mezin me bi hemû kesan re pirtûkxane vekir. Îro ciwanên partiyên wekî MHP, AKP, CHP û HDP'ê tên pirtûkan digirin. Ev tiştekî baş e. Mirov dê aprçe nebin. Wekî di Geziyê de bêyû cudatiya nijad ziman, ol hemû kes tên û li vir pirtûkan dibin."
DAYIKA HASAN FERÎT GEDÎK: NAVÊN WAN LI DÎROKÊ HAT NIVÎSANDIN
DAyika Hasan Ferît Gedîk ê piştî Geziyê di 30'ê Hezîrana 2013'an de dema ku li dijî tîryakê têdikoşiya hate kuştin, Nuray Meray jî anî ziman ku bi bûranîna kurê wê bi Geziyê re serbilindî ye û wiha berdewam kir: "Îro dibe ku kurê min tuneye lê bi sedan heta bi hezaran zarokên min çêbû." Meray destnîşan kir ew naxwaze li welat mirinên din hebe, li welat heq û edalet tuneye. Meray diyar kir ku danîşina biryarê ya doza kurê wê nêzik bûye, hêvîdar e encamekî adil derkeve. Meray wiha got: "Nav^ne wan bi tîpên zêrin li dîrokê hatin nivîsandin. Tenê bedena wan li cem me nîne. Min zarokê xwe winda kir lê niha bi hezaran zarokên min hene."
DAYIKA AHMET ATAKAN: GEZIYÊN NÛ LI BER DERÎ NE
Dayika Ahmet Atakan ê li navçeya Defne ya Hatayê di dema çalakiyên Geziyê de li taxa Armutluyê ji ber bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest da, Emsal Atakan jî diyar kir ku li Tirkiyeyê di 4 salan de tiştek neguheriye. Atakan got ku di 4 salan de bi sedan ciwanan jiyana xwe ji dest dan tekane daxwaza van ciwanan jî aştî û demokrasî bû.
Atakan wiha berdewam kir: "mirov tenê j ibo 3-5 daran derneketin kolanan, di heman demê de ji ber mudaxaleya li hemberî jiyana xwe qebûl nekirin daketin kolanan." Atakan got ku kurê wê ji ber ku tiştên ku qewimî qebûl nekiriye derket kolanan û tevlî çalakiya mafgerandinê bû û mafê xwe bi vî rengî parastiye.
Atakan bi bîr xist ku di çalakiyên Geziyê de 11 ciwanan jiyana xwe ji dest dane û wiha got: "Piştî Geziyê jî ev qatîlam nesekinîn. Li Cizîr, Sûr, Sîlopî, Gever û Şirneşê bi sedan ciwan ahtin qetilkirin. Ev ciwan hemû bêsûc bûn. Tekane daxwaza wan demokrasî û aştî bû. Li ser berxwedana Geziyê 4 sal derbas bû lê şertên ku Gezî afirand nû ye, daxwazên Geziyê hû jî derbas dar. Geziyên nû li ber derî ne."
Atakan diyar kir ku piştî Geziyê bihistiyariya civakî zêdetir bû lê ji ber polîtîkayên pêkûtiker ên îktidarê çewasandinek heye. Atakan got ku îktidara AKP'ê di 4 salan de welat aniye nava kaosê. Atakan anî ziman ku ligel evqas pêkûtiyan jî hêvî û berxwedan qet bi dawî nebûye û wiha berdewam kir: "Ev dê kengî derbas bibe nizanim lê hê j^iHêviyek heye. Belê zarokên me ji me girtin lê yên ku li ber xwe didin hemû zarokên me ne. Ev tenê desthêk bû têkoşîn didome."
DAYIKA ALÎ ÎSMAÎL KORKMAZ: BÊHNA KURÊ MIN TÊ
Dayika Alî Îsmaîl Korkmaz ê li Eskîşehîrê ji aliyê polîs û komekî sivîl ve hate kuştin, Emel Korkmaz jî diyar kir ku di 4 salan de gelek tişt hatiye guhertin, beriya 4 salan kurê wê hatiye kuştin ji wê rojê heta niha jiyana wan tarî bûye, ber bi başiyê tiştek çênebûye. Korkanz got ku dema ku tê gotin Gezî êş tê bîra wê û wiha berdewam kir: "Zarokên me tenê ji ber ku cihanekî wekhev dixwestin li kolanan bûn. Zarokên me tiştek nedikirin. Di 4 salan de gelek tişt guherî lê tenê tiştek neguherî. Di warê hiqûqê de tiştek nema. kujerên kurê min nehat cezakirin. Wekî xelat ceza dan kujerên kurê min. DEma ku Gezî tê gotin eş tê bîra min, kurê min ê ku ez ji bo bêhn û dengê wî hesret mame tê bîra min."
Korkmaz destnîşna kir ku zarokên wen bi destê dewletê ve hatine kuştin, kî mexdûr be û êşê bijî dê li cem wan bin. Korkmaz anî ziman ku Alî Îsmaîl ne yekem bû lê piştî mirina wî li hemberî bûyerên civakî bihistiyarî pêş ketiye, beriya Geziyê di halê xwe de bû lê piştî Geziyê fêrî têkoşînê bûne. Korkmaz wiha axivî: "Ez tenê careke çûm edliyeyê û ew jî dema ku kurê min ji bo parêzeriyê ruhsat girt ez çûbûm. Niha li kû derê neheqî hebe ez banz didim û diçim wê derê. Êdî ez ne ez im. Ez dayia Alî Îsmaîl Korkmaz im. Ji bo têkoşînê bidomînim dikarin her tiştî bikim, amade me."