WAN - Kurê Menmet Ertak ê ku li Şirnexê hate binçavkirin û 25 sal in jê agahî nayê girtin, Serket Ertak got "Îro em mexdûr in sibehê dibe ku hemû kes mexdûr bin" û xwest ji bo kiryar bên darizandin hemû kes guh bide dengên xizmên windayan.
Li Tirkiye "17-31 Gulan Hefteya Têkoyîna Navneteweyî ya li dijî Windayên di bin Binçavan de" bi hezaran malbat li xizmên xwe yên winda digerin. Li Wanê jî malbata Ertak 25 salin li kurê xwe yê winda digerin. Ji malbata Ertak Mehmet Ertak 25 sal berê hat windakirin û hêj agahî jê nayê girtin. Hevsera Mehmet Ertak Emîne Ertak diyar kir ku disala 1992'an de, dema hevserê wê li Kana Komirê ya Şirnexê dixebitî di vegera malê de li nokteya polîsan a "Bakim” hat binçavkirin û piştre agahî jê nehat girtin. Ertak, anî ziman ku piştî hevserê wê hat binçavkirin serî li hemû deriyan dan, lê tu encam bi dest nexistin. Wê demê li Şirnexê şer hebû. Lê ji ber demek dirêj bû Mehmet li kana komirê dixebitî 'Got min beriya zarokên xwe kiriye ez dê biçim gund' Serê sibê bi 4 pismamên xwe re ji bo bên gund bi texsiyê derketin rê. Polîsan li nokteya polîsan a ketina Şirnexê maşîna wan rawestand. Nasnameya Mehmet û kesên din ji wan girt û piştre nasnameya 3 kesên din paşve dan wan. Lê nasnameya Mehmet nedan wî. Polîsan gotin ‘Mehmet Ertak kî ji we ye. Li gel me were hinekî karê me bi te heye. bila yên din biçin' Piştre Mehmet birin û carek din venegeriya. Biraziyê Mehmet hat û got 'Mamê min Mehmet di nokteya polîsan de hat binçavkirin' Birayê Mehmet got 'Em dê sibê biçin bipirsin dê bê' Piştî wê ez û kurê xwe 40 rojan geriyan. Me serî li hemû deriyên rayedaran da. Lê me tu şop û encam nedît.
'26 SAL BORÎN LÊ MEHMET NEHAT DÎTIN'
Ertak, anî ziman ku li gel şahid hene ku hevserê wê hatiye binçavkirin jî 26 sal derbas bûn lê hêj tu agahî jê negirtine û wiha got: "Sax e, mirîye em nizanin. 26 sal derbas bûn me tu agahî ji Mehmet negirtin.
Dema hevserê min hat binçavkirin, rastî îşkenceyê hat. Parêzerkî wê demê li gel wî di bin çavan de ma got. Bi Mehmet re di heman hucreyê de hatibû girtin. Parêzer got 'Mehmet rojê 3 caran rastî îşkenceyê tê. Em jî rojê 1 carê rastî îşkenceyê tên. Tevî vê yekê Mehmet moral dide me. 3 kes hatin û Mehmet birin. Şev û rojekê birin cihekî din. Roj din 4 leşkeran ew xist nava bataniye û anîn. Piştre Mehmet dîsa birin û carek din agahî jê nehat girtin. Tenê pêlavek wî di hucreyê de mabû' Parêzer jî şahidê wî yê binçavan e."
EDALET DÊ CIHÊ XWE BIBÎNE
Ertak, anî ziman ku piştî hevserê wê hat binçavkirin û windakirin ji Şirnexê koç kirin û wiha axivî: "25 salin min destmala hevserê xwe veşartiye. Niha jî dîsa mirov tên windakirin. Di qedexe û dorpêça dawi de Şirnex şewitandin û xera kirin. Hêj mirov tên windakirin. Tiştê hatin serê me bila êdî neyê serê kesên din. Em dixwazin dawiya dawî edalet cihê xwe bibîne. Dema mirovan dikujin jî bila cenazeyên wan bidin malbatan. Bila hestiyên me bidin me, da ku em veşêrin û gorek wan hebe."
Kurê Mehmet Ertak û Endamê Lijneya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Servet Ertak jî wiha got: "Wê demê bi dehan mirov li Şirnexê hatin binçavkirin û windakirin. “Hin kes girtin û şandin girtîgehê. Hin kes jî winda kirin. Yek ji wan kesên hatin binçavkirin û windakirin bavê min e. Wê demê zilm li Şirnexê gelek zêde bû. Digotin komara Şirnexê. Şirnex rasti pêkanînên taybet dihatin. Zagon û hiqûq tune bû. Kalikê min İsmail Ertak û mamê min her dem diçûn midûriyeta polîsan û dozgeriyê. Dema kalikê min bi şopa neviyê xwe ket rastî lêdanê hat. Tevî her tiştî dîsa kalikê min bê navber aqûbeta neviyê xwe pirsî. "
‘DELÎLÊN TAHÎR ELÇÎ JÎ WINDA KIRIN'
Ertak, anî ziman ku delîlên heyî jî winda dikin û wiha axivî: "Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî jî li ber kamerayan hat kuştin. Lê delîlên heyî jî ji holê rakirin. Tahîr Elçî bûbû şahidên van bûyeran tevan. Wê demê bi windayan eleqeder dibû. Wê demê li dijî siyasetmedarên kurd zext zêde bûn. Niha jî zext zêde ne. Zextên wê demê li dijî parazvanên mafên mirovan, rojnameger û siyasetmedaran îro jî bih eman rengî berdewam dike.
Ertak, anî ziman ku Şaxa ÎHD'e ya Amedê di serî li DMME'ê dan û di 2005'an de bi encam bû û wiha got: "Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa bi sedema "Mafê jiyanê îhlal kiriye" cezayê tazmînatê da Tirkiye.
Bavê min di arşîvên dewletê de hêj sax xuya ye. Di hiqûqê de kesek piştî winda bû 5 sal şûnde hûn dikarin doza gaipê vekin. Lê ji ber 26 sal derbas bûn û di hemû qeydên fermî de hêj sax xuya ye em nikarin vê dozê jî vekin. Dozgeriyê jî nivîsa mirinê nedaye. Em dixazin ku êdî aqûbeta bavê xwe fêr bibin û li gorî wê gavên hiqûqî bavêjin. Em dixwazin êdî bes însan bên windakirin.
Em dizanin ku 17 hezar mirov hatin windakirin. Em dizanin faîlên wan bi awayekî fermî mechûl e. Em dixwazin hestiyên van mirovan hebin. Em dixwazin lêgerîna malbatan nekeve nav demboriyê. Demboriya ji ser dosyayan bê rakirin. Em bang li hemû kesên xwedî wîjdan dikin ku deng bidin dengê me. Em bang li hemû mirovan dikin ku hestiyar tev bigerin."