Li wargehên cemaetê şewat li wargehên dewletê lêpirsîn

ÎZMÎR - Şewata ku li wargeha keçan a cemaetê ya li Aladaga Edeneyê hêjî di rojeva welat de ye, li wargehên dewletê jî lêpirsînên derbarê xwendekaran zêde dibin. Derbarê xwendekara Zanîngeha Egeyê ya li Îzmîrê Emîne Akbaba ji bo ji wargehê bê avêtin bi zorê lêpirsîn hat vekirin û zextan li ser xwendekarê zanîngeha Dokuz Eylulê û endamê Kolektîfa LGBTÎ Alî Erdem tê kirin.

Li Tirkiyeya ku xwendekar mehkumî wargehên cemaet û tarîkatan hatine kirin, li wargehên dewletên yên bi sînor jî xwendekar rastî lêpirsîn û cezayan tên. Derbarê xwedekara Zanîngeha Egeyê Emîne Akbaba ku li Wargeha Keçan a Saziya Wargeh û Krediyan ya Zubeyde Hamin (KYK) dimîne û endama Kolektîfa Xwendekaran e, bi hinceta "heqaret li serokomar kiriye" û "hevsengiya neteweyî xirakiriye" ji bo ji wargehê bê avêtin lêpirsîn hat destpêkirin.

BI ZEXTÊN MIDÛRYETÊ LÊPIRSÎN HAT VEKIRIN

Akbaba ku bi nivîsa ku ji Midûryeta Polîsan a Îzmîrê hat şandin wekî hincet hat nîşandan û derbarê wê de lêpirsîn hat destpêkirin, tevlîbûnên wê yên daxuyaniyan û dozên derbarê wê de ji bo lêpirsînê wekî hincet hatin nîşandan. Akbaba dema ji bo îfade bide delîl xwestin jêre gotin "delîl tunene nivîsa Midûryeta Polîsan heye." Hat îdîakirin ji bo derbarê Akbaba de lêpirsîn were destpêkirin polîs bi mehane diçin wargehê û zextan li rêvebirên wê dike. Delîl jî guhertinên di Rêveberiya Dîsîplînê ya Wargehan hat nîşandan.


Hat zanîn ku xwendekarê Zanîngeha Dokuz Eylulê û endamê Kolektîfa LGBTÎ Alî Erdem ku li wargeha keçan dimîne ji aliyê wargehê ve rastî zexta homofobîk hatiye. Alî Erdem ku her tim rastî tacîza devkî tê û wêneyên wî di tora civakî de tên parvekirin, ji bol i wargehê ne mîne hevalên wî yên odê û malbatên wan zextan li midûryeta wargehan dikin. Erdem ê ku ji ber nasnameya xwe ya zayendî mafê wî yê hewînê tê astnegirin dibe ku ji wargehê bê avêtin.

'XWENDEKARAN MEHKÛMÎ WARGEHÊN TARÎKATAN DIKIN'

Akbaba, diyar kir ku mafê hewînê mafê wan ê herî xwezayî ye û wiha got: "Lê ji bo xwendekarên zanîngehê ev ji mafbûnê derketiye bûye pirsgirêkek an jî bûye cudakariyek. Piştî em zanîngehê qezenc dikin, em bi pirsgirêka herî mezin a hewînê re rû bi rû dimînin. Ji ber wargehên dewletê kêm xwendekaran digirin û cih namîne, ji ber wargehên zanîngehê û yên taybet giranin tenê riya çûyîna wargehên cemaet-tarîqat li ber me dihêlin."

Akbaba, da zanîn ku derbarê wê de bêyî binêrin ku ji ber sûcdariyên tên kirin dozek hatiy vekirin an na ew ji wargehê avêtine û wiha axivî: "Îktîdara AKP'ê ya ku tehemulî tu dengên muxalif nake mafê hemû kesên muxalif ê hewînê asteng dike. Em li ber lêpirsînê gav paşde na avêjin. Em ê li dijî lêpirsîn, durxistin û zextên homofobî û transfobî gav paşde ne avêjin. Em ê ji bo kampus, wargeh û perwerdehiya xwe têkoşîn bidin meşandin. Em ê li dijî kesên kum e mehkûmî wargehên cemaet û tarîqatan dikin daxwaza xwe ya gelemperîkirina wargehan biqêrîn."