NAVENDA NÛÇEYAN - Şevê din li paytexta Iraqê Bexdayê teqîn pêk hat. Di teqinê de 11 kes mirin û 47 kes jî birîn bûn.
Şevê din li Paytextê Iraqê Bexdayê teqîneke mezin pêk hat. Li gorî nûçeya Sumeriya News’ê êrîş di saetên dereng yên şevê de pêk hat. Di teqinê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 47 kes jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên Sumeriya News parve kiriye êrîş, li Taxa El Kerrada pêkhatiye û bi maşîneyeke bombabarkirî pêkhatiye. Tê gotin ku di nava qurbaniyan de zarok û jin jî hene. Par jî di dawiya meha remezanê ango meha Hezîranê de teqîneke wisa mezin li Bexdayê pêk hatibû. Di teqînê de 300 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.