STENBOL - Kolana Mete ya Parka Geziyê bi bariyerên hesin hat girtin û park ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.
Ji ber 4’emîn salvegera bûyerên Parka Geziyê, riyên ji Beyogluyê diçin Parka Geziyê di saetên şevê de bi bariyerên hesin hat girtin. Li Kolana Mete ya diçe Parka Geziyê bi bariyên hesin hat girtin. Hat dîtin ku di nava Parka Geziyê de polîs û tîmen taybet bi TOMA’yan disekinin.