STENBOL - Sêyemîn îdîanameya derbarê cînayeta rojnameger Hrant Dink de hat amadekirin ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin.
Derbarê cînayeta Gerînendeyê Giştî yê Waşanê yê rojnameya Agos Hrant Dink de 51 kêsên bi guman ên di nava wan de Fethullah Gulen, dozgerê berê Zekeriya Oz, rojnameger û peywirdarên cendirmayan jî hene de îdîanameya sêyemîn hatibû amadekirin, di 25’ê Nîsanê de bi daxwaza bi dozê re bikin yek ji 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê re hatibû şandin, dadgehê bi hinceta derbarê çalakî û hinek kesan de kêmanî hene îdîaname di 10’ê Gulanê de ji dozgerê lêpirsînê Gokalp Kokçu re şandibû.
Li ser vê yekê dozgeriyê, dozger derbarê Osman Kirçali yê ku dema îdîaname destpêkê hatibû şandin wekî kesekî bi guman dîtibûn û bi sûcdariya “Teşebusa ji holê rakirina pergala qanûna bingehîn kiriye”, “endamê rêxistina terorê ye” û “Bi xwestek kuştin” biryara bêşopandinê girt. Her wiha tiştên kêm ên darbarê bersûc Tevfîk Canturk, Onder Araz, Huseyîn Yilmaz, Cevat Eser û Adnan Acar de jî li îdîanameyê zêde kirin û carekdin şand.
14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya îdîaname carekdin girt lêpirsînê, diyar kir ku hêjî hinek kêmanî ne hatine derbaskirin û carekdin di 24’ê Gulanê de îdîaname cara duyemÎn ji dozgeriyê re şand. Li ser vê yekê dozgeriyê biryara cara duyemîn a vegerandinê di heman rojê de îtîraz kir.
Îtîraz destpêkê ji aliyê 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hat nirxandin û biryara redkirinê da. Li ser vê yekê ji bo biryara dawî ji aliyê dadgeha bilindtir bê dayîn ji 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê re hat şandin.
15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, diyar kir ku îtîraza dozger qanûnî û di cih de ye û biryara rakirina paşdevegerandina 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê da.