ESKÎŞEHÎR - Polîsê li ber Edliyeyê çalakiya rûniştinê pêk anî bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” hat girtin.
Polîsê bi navê B.A., yê ku dema li Amedê peywirdar bû û bi îdîaya têkiliya wî bi Cemaeta Gulen re heye bi KHK’ê hat îxrackirin, li ber Edliyeya Eskîşehîrê dest bi çalakiya rûniştinê kir û dovîza “Ji zaliman re bijî dojeh” vekir. B.A. ê hat binçavkirin ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
Di bûyera roja şmiyê pêk hat de, polîs B.A. ê hatibû îxrackirin li ser peykesê Ataturk dest bi çalakiya rûniştinê kir. B.A. ji aliyê polîsên Midûryeta Ewlehiyê ya Polîsan ve hat binçavkirin. B.A. ji aliyê dadgehê ve bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê kirin” hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê.