ÎZMÎR - Girtiyê bi navê Ozgur Yaşar ê ku li Girtîgeha Şakranê ya Hejmar 3 dimîne daneyên rageşiya li girtîgehê bi malbata xwe re par ve kir û diyar kir ku bi fermana midûrê girtîgehê bi ser kawişên wan de hatine girtin û hevalên wan hatine derpkirin.
Girtiyê bi navê Ozgur Yaşar ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 3 a Şakranê dimîne, daneyên rageşiya roja şemiyê (27’ê Gulanê) bi malbata xwe y çûye hevdîtinê re parve kir. Dayîka Ozgur Yaşar Hazal Yaşar a çû hevdîtinê tiştên kurê wê ji wê re gotine parvekirin. Dayîka Yaşar, da zanîn ku kurê wê gotiye ku bi fermana midûrê girtîgehê Mustafa Sonmez her roj bi ser kawişê wan de digirin û tiştên kurê wê gotine wiha parvekir:
“Rewşa me ne başe. Midûrê girtîgehê Mustafa Sonmez ferman dide gardiyanan û bi ser me de digirin. her tim êrîşî kawişan dikin. Di êrîşa dawî de di kawişan de hevalên me hatin derpkirin. Me li dijî vê li deriyan xist. Midûrê girtîgehê jî hat û gef li me xwar. Ger tiştek bi me were berpirsyar ewe. Ger tiştek çêbibe dê ve girtîgeh ji çalakiya greva birçîbûnê xiraptir be. Jiyana me di talûkê de ye. Bila raya giştî, hemû sazî û dezgah bizanin. Dê ji greva birçîbûnê xiraptir bibe. Gardiyan êrîşî me dikin û îşkence dikin.”
Yaşar, da zanîn ku îdareya girtî û gardiyan amûrên ku girtî ji kantînê digirin ji destê wan derdixin diavêjin çopê, li girtîgeha Şakranê her tim êrîşên wiha pêk tên û bang li her kesî kir ku bi hestiyarî tevbigerin.