STENBOLÊ - Kemal Gun ê ji bo cenazeyê kurê xwe bigire 90 rojan di greva birçîbûnê de ma ji bo dermankirinê rakirin Fakulteya Çapa Tibê ya Zanîngeha Stenbolê.
Kemal Gun (71) ê j bo cenazeye kurê xwe Murat Gun ê di 7’ê Mijdara 2016’an de li herêma Newaya Çata Dersimê di operasyona hewayî de jiyana xwe ji dest da bigire 90 rojan di greva birçîbûnê de ma ji bo dermankirinê rakirin nexweşaneya Stenbolê. Gun, ê ku piştî cenazeyê kurê xwe girt dawî li çalakiya xwe anî ji bo dermankirinê rakirin Fakulteya Çapa Tibê ya Zanîngeha Stenbolê.
Gun ku 90 rojan di greva birçîbûnê de ma û ji 74 kîloyan daket 56 kîloyan, tendirûstiya wî ketiye xeteriyê û çavek wî baş nabîne. Gun ku pirsgirêkên tansiyon û gehikan dijî ji ber nedikarî rêve biçe sandelya bi tekerlek bikar dianî.