STENBOL - Dayîka Gullunaz Kurt di doza bi hinceta saeta parêzerê polîs Sezgîn Korkmaz ê kurê wê Ugur Kurt qetilkiriye Tolga Yurdak qetaniye derbarê wê de hatibû vekirin de îfade da, li ser pirsa “çend zarokên te hene?” bersiva “Yek qetilkirin 4 zarokên min hene” da.
Dayîka Ugur Kurt ê ku di Gulana 2014’an de dema ji bo tevlî cezayê li Cemeviya Okmeydana Stenbolê disekîn ji aliyê polîsê bi navê Sezgîn Korkmaz ve hat qetilkirin Gullunaz Kurt, ji ber bi hinceta saeta parêzerê Korkmaz Tolga Yurdakul qetandiye derbarê wê de doz hatibû vekirin îfade da.
Tolga Yurdakul tevlî doza ku li 24’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê hat dîtin nebû. Dayîk Gullunaz Kurt, bav Kemal Kurt, malbata Kurt û parêzerên malbatê tevlî dozê bûn. Her wiha parlamenterên CHP’ê Bariş Yarkadaş û Mehmet Aksunger û parlamentere CHP’ê yê berê Umut Oran jî di dozê de amade bûn.
'YEK QETILKIRIN 4 ZAROKÊN MIN HENE’
Doz bi nasandina nasnameyan destpê kir. Gullunaz Kurt piştî nasandina nasnameyan li ser pirsa “çend zarokên te hene?” bersiva “Yek qetilkirin 4 zarokên min hene” da. Piştre dayîk Kurt dest bi parasinê kir û wiha got: “Em bi parêzeran re li salona dozê rûniştibûn. Parêzerê me got ‘bila dîmen bên lêkolînkiirn’. Dadger red kir. Li ser vê parêzerê polîs li me nêrî û keniya. Lê min tiştek ne kir. Ji xwe wê demê navber dan dozê. Piştî navberê em ketin hundir û dengê qêrînan hat. Derdor tije polîs bûn. Ne mimkÛne ku li parêzer bidim. Min ne karî polîsan derbas bikim. Qatilê sê kesan berda doz li min vekir. Bila kurê min bîne ez ê jêre saet bikirim.”
ŞAHID HAT GUHDARKIRIN
Tuncay Şahan k udi dozê de wekî şahid hat guhdarkirin jî wiha got: “Roja bûyerê ez li pişt Sezgîn bûm, êrîş hebû lê min ne dît kîbû. Pişta min lê bû min navberekê dît saeta parêzer ket.”
Piştî parastina parêzerên malbatê heyeta dadgehê doz taloqî 13’yê Hezîranê kir.