ENQERE - Bi dehan kesên li ber Edliyeya Enqere hatin cem hev diyar kirin ku dosyaya Kenan Bîlgîn ê ku di sala 1994’an de hatî windakirin dixwazin bi demboriyê ji holê rabikin û biryara DMME’yê ya ku sûcên li hemberî mirovahiyê pêk hatin nayên taluqkirin birxistin.
Bi dehan welatiyên li ber Edliyeya Enqere hatin cem hev têkidarî biryara dozgeriyê ya derbarê Kenan Bîlgîn ê k udi 12’ê Îlona 1994’an li Dîkmena Enqere ji aliyê polîsên sivîl ve hat binçavkirin û careke din tu agahî jê nehatin girtin a “Hewcehî bi lêpirsînê tuneye” daxuyanî dan çapemeniyê û biryara şermezar kirin. Koma ku wêneyên Kenan Bîlgîn hilgirtin pankarta “Li DMME’yê ceza li Tirkiyeyê bêşopandin” vekirin. Malbata Bîlgîn, şaxên ÎHD’ê yên Stenbol û Enqere, Dayîkên Şemiyê tevlî daxuyaniyê bûn. Parlementerên HDP’ê Feleknaz Uca û Muslum Dogan û wekîlên CHP’ê Sezgîn Tanrikul û Mehmet Tum jî tevlî daxuyaniyê bûn.
‘GUHERTINA DOZGERIYÊ JI BO DOSYAYÊ BIGIRIN E’
Daxuyanî ewil ji aliyê xwîşka Hayrettîn Eren ê k udi 12’ê îlonê de hatî windakirin Îkbal Eren ve hat xwendin. Eren diyar kir ku Dozgerê Komarê yê Enqere Selahattîn Kemaloglu ji bo kiryaran peyda bike di nava hewildanekê de bû lê her tim rastî astengiyan hat û her dawî şandin bajareke din. Eren anî ziman ku dozgerê dosya dewr girtî Ozden Tonuk jî îfadeyên şahindan bi gotinên “îdîayên dewlet û polîsan biçûk dixin û rast nîn in” bilêv kir û dosya girt.
DMME’YÊ MEHKUM KIR
Eren da zanîn ku malbata Bîlgîn serî li DMME’yê da û DMME’yê agahiya Kenan Bîlgîn di 12’ê îlona 1994’an ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye binçavkirin û heya 3’yê cotmeha 1994’an di destê hêzên dewletê de bûye lê di vê mijarê de tu qeydên hatin girtin tunene û piştî vê yekê jî aqubeta wî çi bûye nehatiye girtin û ji ber vê yekê DMME’yê bi hev dengî Tirkiye mehkum kiriye. Eren bi bîrxist ku Serdozgeriya Komarê ya Enqere di 31’ê Adara 2017’an de têkildarî Kenan Bîlgîn de bi gotina “Di nezaretên girtiyêdayî midûriyeta polîsan a Enqere de tu daneyên têkildarî kesekî wisa de nehatine bidest xistin” û biryara “tu hewcehî bi lêpirsînê tuneye” da û wan jî li vê yekê îtîraz kirin e.
'LÊPIRSÎNEKÎ EDÎL BIMEŞÎNIN’
Eren wiha bang li endamên dadê kir: “Em bang li endamên dadê dikin. Dada ku dadekî bi esasî bi cih neyne tê wateye xebatên dadê nake. Êdî bes e. Biryara bêşapandinê ya derbarê dosyaya Kenan Bîlgîn de hatî dayîn rakin. Li gorî esasên DMME’yê yên ku sûcên li hemberî mirovahiyê nayên taluqkirin û demborî nabin bi cih bînin û lêpirsînekî edlî bimeşînin.”
‘EM DÊ ROJEKÊ STUYÊ WE BIGIRIN Û HESABÊ JI WE BIPIRSIN’
Birayê Kenan Bîlgîn Îrfan Bîlgîn jî diyar kir ku ew dixwazin dozger delîlên di dosyayê de li ber çavan bigire û kesên mirovan qetil dikin derbixin holê û wiha got: “Kesên vî welatî rêve dibin û dibêjin em edaletê belav dikin mixabin nebihîstin.Her tim serlêdanên me bi neyînî bersivandin û li me vengeriyan. Ev yek encama politikayên dewletê ye. Heke kiryarekî vê yekê derbikeve holê dê darizandin bigihije asta herî jor. Ev sûcê dewletê bi xwe kirî ye. Ev sûc ê kes bikin nîn e. Dewlet jî xwe bi xwe nadarizîne. Em vê yekê baş dizanin. Her du destên me di stuyê we de ne. Em di vê demê de ji we dadê naxwazin. Hûn xwe bi xwe nadarizînin lê dê rojekê bê ev gelê dê we bidarizîne. Têkoşîna me dê bi dome. Em dê rojekê stuyê we bigirin û hesabê ji we bipirsin.”
‘EWQAS MIROV BÛN ŞAHID, GELO EV NE DANE NE?’
Şahidê bûyerê Caît Nacîtarhan ê ku bi Bîlgîn re li TEM’a Enqere di binçavan de û îşkence dîtî jî diyar kir ku ew daneyê zîndî ye û wiha got: “Em rastî pergelekî ewqas qirêj in ku ligel daneyên di dest de ên Bîlgîn anîn Midûriyeta Polîsan a Enqere, dibêjin tu dane tunene. Ez 21 rojan bi Kenan Bîlgîn re li Midûriyeta Polîsan a Enqere jiyam. 15 roj bêqeyd û 15 roj jî bi qeyd bi giştî 30 rojan bi Kenan Bîlgîn re li Midûriyeta Polîsan a Enqere me îşkence dît û ji wan 21 rojan ez bi Kenan re bûm û heya denqê wî qut bû min şahidîniya vê yekê kir. Gelo ewqas mirov bûn şahid ev ne dane ye?”
'EM DEMBORIYÊ QEBÛL NAKIN’
Li ser navê Dayîkên Şemiyê Hanîfe Yildiz jî diyar kir ku ew daxwaza dadê dikin û wiha got: "Hûn qet meraq nekin li cihê xwe rihet bin em li pey we berdewam dikin. Heya hestiyên zarok û xizmên me tên dîtin û kiryar tên cezakirin dê têkoşîna me berdewam bike. Em ji bo hemû kesî edaletê dixwazin.”
Di daxuyaniyê de Parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanirkulu û Parlementerê HDP’ê Muslum Dogan bi kurtasî axivîn biryara dozgeriyê ya bêşopandinê rexnekirin û xwestin bêhiqûqî bi dawî bibe.