AMED - Jinan bertek nîşanî girtina Berdevka Meclîsa Jinên HDP’ê Besîme Konca dan û wiha gotin: “Em ê xwedî li siyaseta jinan û jinên siyasetê derbikevin.”
Meclîsa Jinên HDP’ê ya Amedê girtina Berdevka Meclîsa Jinên HDP’ê û parlamentera Sêrtê Besîme Konca bi civîna li avahiya partiyê li darxistin şermezar kirin. Di civînê de Hevseroka HDP’a Bajar Gulşen Ozer axivî û diyar kir ku Konca dema ji bo tevlî doza dê sibê bê dîtin bibe diçû Êlihê hatiye girtin û ev yek nayê qebûlkirin.
Ozer, da zanîn ku ew wekî jin bang dikin ku demildest Konca bê berdan û wiha got: “Hemû êrîşên li ser jinên siyasetmedar tên meşandin ji bo tasfiyekirina têkoşîna jinan ne. Lê em ê destûr nedin vê yekê. Em ê têkoşîna azadkirina hemû jinên girtî bidomînin û em ê dozên wan vegerînin qadên têkoşînê. Em ê xwedî li siyaseta jinan û jinên siyasetê derbikevin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.